09:47 23 Hezîran 2018
Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney

Ji Xamaney bersiva Trump: Hilberîna atomî 190 hezar santrîfujan zêde bikin

© REUTERS / Morteza Nikoubazl
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney bersiv da Serokê Amerîyê Donald Trump ku vekişîna ji peymana nukleerî ya bi Îranê re ragihandibû û got, “Min dît û zêde dikim.”

Xamaney di bernameya salvegera 29an a mirina Serokê Şoreşa Îslamî ya Îranê Ayetullah Ruhullah Xumeynî, gotarek pêşkeş kir û bang li Saziya Enerjiya Atomî ya Îranê kir, hilberîna xwe 190 hezar satrifujan zêde bike.

​Xamaney helwesta Amerîkayê û biryara destpêkirina mûeyîdeyên li dijî Îranê rexne kir û got, "Hin welatên Ewropa him dixwazin Îran wan dorpêçên aborî qebûl bike û him jî dixwazin Îran dest bi xebatên xwe yên nukleerî berde. Ez bang li wan dikim ev xewna we pêk nayê. Dewlet û xelkê Îranê vê yekê qebûl nake."

Xamaney got: "Saziya Enerjiya Atomî di çarçova peymana atomî de divê demildest dest bi xebatan bike ku bigihije 190 hezar santrifujan. Divê ew amadekariyên din jî serokomar fermana wan daye ji sibê û pê ve destpê bikin."

Xamaney herwiha dubare piştgiriya bo hêzên Filîstînê eşkere kir û bang li xortên welatên ereb jî kir ku ji bo dahatuya xwe bikevin tevgerê û Îran jî piştgiriya berxwedêrên herêmê dike.

Bi heman mijarî:

Li Siûdî 24ê Hezîranê jin derdikevin trafîkê: Yekem bawername hatin dayîn
Înce bersiv da pirsa ‘piştgiriya bo HDPê û serdana Demirtaş’
Partiya Ozal di hilbijartinan de aliyê xwe eşkere kir
Erdhejzadeyekî 70 salî yê Kirmanşanê xwe kuşt
Mourinho di klîpa danasînê ya Kûpaya Cîhanê de bi rûsî axivî: ‘Ev Rûsya ye'
Pisporê Şerqîyetê: Bêsiûdiya kurdan nebûna yekîtiya wan e
'Tirkiye ji niha şûnde dikeve Qendîlê, her kêlî her tişt dibe'
Etîketan:
Nukleerî, Xamaney, Amerîka, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de