00:41 18 Hezîran 2018
Hawarçûna Erdhejê - Kirmanşan

Erdhejzadeyekî 70 salî yê Kirmanşanê xwe kuşt

© AP Photo / Pouria Pakizeh/ISNA
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku mexdûrê erdheja bajarê Serpêla Zehaw a Kirmanşanê yê 70 salî dawî li jiyana xwe aniye û xwe kuştiye.

Li gor agahiyên malpera Hengaw a rêxistina sivîl a mafên mirovan, kalemêrekî kurd ê 70 salî yê bi navê Şahmar Boçanî ku mexdûrê erdhejê bû, gotiye êdî naxwazim bijîm û întihar kiriye.

Hat zanîn ku Boçanî, beriya întihar bike ji gundiyên xwwe re gotiye ez naxwazim êdî bijîm.

Hêjayî gotinê ye piştî erdheja payiza borî ya Kirmanşanê ku bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dabû û bi sed hezaran kes jî ji ber wêranbûna malên wan koçber bûbûn, gelek kesan jî ji ber şert û mercên giran ên jiyanê dawî li jiyana xwe anîbûn.

Bi heman mijarî:

Mourinho di klîpa danasînê ya Kûpaya Cîhanê de bi rûsî axivî: ‘Ev Rûsya ye'
Pisporê Şerqîyetê: Bêsiûdiya kurdan nebûna yekîtiya wan e
Beştaş ji doza ku dihat darizandin beraet kir
Çavuşoglu bo nexşerêya Minbicê: Pêwîst e Amerîka soza 2013an bicih bîne
Barzanî: Pêwîst e rewşa dagîrkeriyê li Kerkûkê bi dawî bibe
Etîketan:
Kurd, Îran, Kirmanşan, Erdhej
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de