03:17 18 Hezîran 2018
Leşkerên Îranê

Hêzên girêdayî Îranê ji Sûriyeyê vekişiyan

© AFP 2018 / ISNA / HOSSEIN HOSSEINZADEH
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku hêzên girêdayî Îranê ji bajarokê Tel Rifeta Azezê ku wek cihekî stratejîk tê zanîn vekişiyan.

Komeleya Mafê Mirov a Sûriyeyê (SOHR) di daxuyaniya xwe de ragihand ku Hêzên Îranê û grûbên girêdayî wê ji derdora bajarokê Tel Rifeta Azezê vekişiyan.

Bajarokê Til Rifet di navbera bajarê Heleb û Azezê de ye û zêdetir wek baregeha rêxistinên Ehrar El Şam, El Cebhe El Şamiye û Liva El Fetih dihat zanîn.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengiya wê dikin 15ê Sibata 2016an bajarokê Til Rifetê ji destê grûbên radîkal deranîbûn.

Bi heman mijarî:

NATO: Em Îsraîlê li hember Îranê naparêzin
Li Îranê balafir ket
Îranê ava Kurdistanê birî, hikumeta Kurdistanê daxuyanî da
Şoygû û Lîberman hebûna Îranê li Sûriyeyê nîqaş kir
‘Mûeyîdeyên Amerîka yên li hemberî Îranê zêdetir bi kêrî Îsraîlê tên'
Etîketan:
HSD, SOHR, Sûriye, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de