04:28 22 Hezîran 2018
Tehran - Îran

Îran: Em piştgiriya hewlên Rûsyayê yên ku ji bo Şamê dide dikin

© Fotolia / Borna_Mir
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Şemhanî diyar kir ku “Em piştgiriyê didin hewlên Rûsyayê yên ku ji bo cardin kontrola Başûrê Sûriyê bikeve destê Şamê.”

Şehmanî di axaftina xwe ya bi rojnameya Şarq ya ku li Îranê weşanê dike de destnîşan kir ku: Em ji hewlên Rûsyayê yên ku li Başûrê Sûriyeyê ji bo paqijkirina terorîstan dide gelek xweş in û piştgitiyê didinê. Lewra em vê siyaseta Rûsyayê wek ku terorîstan ji Sûriyeyê paqij dike û kontrolê cardin dixe destê Hikûmeta Sûriyeyê dibînin.

Elî Şemhanî di dewamiya axaftina xwe de da zanîn ku "tu hêzeke Îranê li Başûrê Sûriyeyê tune ye û em tev li tu operasyonê jî nebûne li wir.

Hêjayê gotinê ye ku demeke beriyê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gotibû ku "divê hemû hêzên biyanî yên li Başûrê Sûriyeyê di demeke herî kurt de ji wir derên."

Bi heman mijarî:

ÎRA: Êdi li Tirkiyeyê dengên cuda û çapemenîya mûxalif nayê xwestin
Îran dozê li Amerîkayê vedike
Îran û Kurdistanê di navbera xwe de dest bi bikaranîna pergala elektronîkî kir
Netanyahu: Li her dera Sûriyeyê Îran ji me re hedef e
Etîketan:
rûsya, sûriye, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de