19:14 23 Hezîran 2018
Refîneya petrolê

Şirketa herî mezin a petrolê bazirganiya xwe bi Îranê re disekinîne

© AP Photo / Vahid Salemi, File
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku mezintirîn şîrketa Hindî ya parzûnkirina petrolê dê hemû projeyên xwe yên li Îranê bide sekinandin.

Li gor nûçeya ajansa Reutersê, yek ji wan şîrketên ku biryar daye êdî bi Îranê re kar neke, şîrketa ‘Reliance' Hindîstanê ye ku mezintirîn şîrketa parzûnkirina petrolê li cîhanê ye. Li gor zanyariyan, şîrketa Reliance dê herî dereng heta meha Mijdara îsal tevahiya pirojeyên xwe yên li Îranê bide rawestandin.

Di berdewamiya nûçeya Reutersê de tê gotin ku şîrketa Reliance ji hikûmeta Îranê re gotiye, ewê êdî petrola Îranê parzûn neke. Şîrketa Reliance ku ya milyarderê Hindî Mukiş Anbanî ye, dikare rojane 1.4 milyon bermîl petrol parzûn bike.

Hêjayî gotinê ye ku piştî Amerîka ji peymana nûkleerî ya Îranê vekişiya, şîrketên mezin yên cîhanî jî ji tirsa cezaxwarinê, hêdî hêdî plan û projeyên xwe yên li Îranê didin sekinandin.

 

 

Bi heman mijarî:

Amerîkayê sizayên nû li ser Îranê sepandin
'Dilxwazên şeran dê bi sê gavan Artêşa Amerîkayê têxin şerê Îranê'
Li Îranê balafir ket: 2 kes mirin
Rûsya: Têkçûna peymana ligel Îranê wê kêşeyên li herêmên gurtir bike
Li Meclîsa Îranê pakêteke bi guman hat dîtin
Netanyahû: Nabe ti hebûneke Îranê li Sûriyeyê hebe
Rejima Îranê xanima kurd a bi navê Ferîde Salih îdam dike
Etîketan:
Şirketa hindî êdî petrola Îranê parzun nake, Hindistan, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de