09:10 18 Hezîran 2018
Ala Îranê

Îran dozê li Amerîkayê vedike

© AFP 2018 / ATTA KENARE
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Ji ber ku Amerîkayê ji bo êrîşên 11ê Îlonê fatûreke 6 milyar dolarî ji Îranê re derxist, Tehran jî bersivê dide Amerîkayê. Li gorî ajansa Farsê ya îranî parlamenterê Îranê Ebulfazl Ebuturabî got, meclîsa Îranê ji ber êrîşên ku DAIŞê di sala 2017a de li Tehranê pêk anîn, amadehiyê dike ku li dadgeha navdewletî dozê li Amerîkayê veke.

Piştî ku dadgeheke federal a li New Yorkê di warê êrîşên 11ê Îlonê yên bi Erebistana Siûdî re eleqeder de biryar da ku Îran tezmînateke 6 milyar dolarî bide, meclîsa Îranê ket nav liv û tevgerê.

Hat hîn bûn ku meclîsa Îranê ji ber êrîşên ku milîtanên DAIŞê di Hezîrana 2017a de li dijî meclîsa Îranê û gora Ayetûllah Xumeynî pêk anîbûn, dê li dadgeha navdewletî dozê li Washingtonê veke.

DAXUYANIYA TRUMP A "AMERÎKAYÊ DAIŞ AFIRAND" WEKÎ DELÎL TÊ PÊŞKEŞKIRIN

Parlamenterê Îranê Ebulfazl Ebuturabî derbarê mijarê de ji ajansa Farsê ya îranî axivî û bi bîr xist ku Donald Trump di dema kampanyayên hilbihjartinên serokatiya Amerîkayê yên sala 2016an de gava namzeda Partiya Demokratan Hillary Clinton tawanbar kir û got, "Amerîkayê DAIŞ afirand."

Ebuturabî diyar kir ku Trump paşê bû serok û derbirî ku ger dê bi îdiayeke serokê dewletekê neyê bawerkirin, dê bi çi were bawerkirin.

Wekîlê îranî got, meclîsa Îranê ji ber vê yekê biryar da ku li dadgeheke navdewletî doz li Washingtonê veke û herwisa derbirî ku serdozgeriya Îranê jî li ser navê xwe doz vekiriye.

Bi heman mijarî:

Li Îranê balafir ket: 2 kes mirin
Rûsya: Têkçûna peymana ligel Îranê wê kêşeyên li herêmên gurtir bike
Li Meclîsa Îranê pakêteke bi guman hat dîtin
Netanyahû: Nabe ti hebûneke Îranê li Sûriyeyê hebe
Rejima Îranê xanima kurd a bi navê Ferîde Salih îdam dike
Etîketan:
Parlamenterê Îranê, Ebulfazl Ebuturabî, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de