20:27 20 Hezîran 2018
Muqteda Sedr

Serokê Tevgera Sedr dîsa Îran hişyar kir

© REUTERS / Alaa Al-Marjani
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr Îran û Amerîka hişyar kir ku di meseleya avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de destdirêjiyê nekin.

Parlamentoya Iraqê
© Sputnik / Osman Baqalî
Li gor nûçeyên herêmî ku dispêrên berpirsêkî Tevgera Sedr Muqteda Sedr gotiye: "Îran ji berjewendiyên xwe yên Iraqê ditirse ku ji dest herin. Em hevî dikin ku Îran destdirêjiyê di karûbarê Iraqê de neke. Em dest dirêjiya ti kes û aliyan a li ser Iraqê qebûl nakin."

Serokê Tevgera Sedr derbarê Amerîkayê de jî dibêje: "Amerîka welatekî dagirker e em qet rê nadin ku destdirêjiya Iraqê û avakirina hikûmeta nû bike."

Wek tê zanîn li gor encamên dawî yên hilbijartina 12ê Gulanê, Hevpeymaniya Saîrun ya ser bi Muqteda Sedr ve, yekem derket û 54 kursiyên Parlamentoya Iraqê bidest xist û niha ew Hevpeymanî li gel aliyên din gotûbêjan derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dike.

Bi heman mijarî:

Sedr: Hikûmeta nû ne ereb û ne jî wê kurd be
Rojnameya El Heyat: Qasim Silêmanî hewl dide bê Sedr hikûmetê ava bike
Tevgera Sedr: Serokwezîrî jî were dayîn em bi Malikî re koalîsyonê nakin
Muqteda Sedr: Piştî hilbijartinê em ê wî bikujin
Sedr Îran tehdît kir: Ez ê bi dest dagirkeriyê bikim
Etîketan:
Tevgera Sedr, Muqteda Sedr, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de