05:59 21 Hezîran 2018
Îdam

Rejima Îranê xanima kurd a bi navê Ferîde Salih îdam dike

© AP Photo / Bilal Hussein
Îran
Lînkê kurt
0 01

Aktîvîst û rewşenbîrên kurd ên li Îranê ji bo rawestandina cezayê îdamê yê Ferîde Salih dest bi kampanyeyê kirin.

Îran
© Sputnik / Sertaç Kayar
Rejima Îranê, 17 sal berê li Merîwanê bi tohmeta ku hevserê xwe Emer Nadir kuşt cezayê îdamê li Ferîde Salih birîbû. Li gor zanyariyên berdest Îran biryar daye ku piştî Cejna Remezanê Salihî îdam bike.

Li gor nûçeya malpera fermî ya Rêxistina Mafê Mirov a Kurdistana Îranê (Hengaw) grûbeke aktîvîst û rewşenbîrên kurd ku malbata Ramim Huseyin Penahî jî di nav de bû ji bo rawestandina biryara cezayê îdamê ya Ferîdê Salihî dest bi kampenyayê kirin.

Aktîvîst û rewşenbîran ji bo rawestandina biryara îdama Remim Huseyin Penahî jî çalekiya kampanyayê dabûn destpêkirin û rejimê ji bo demekê îdama Penahî bi paş xistibû.

Bi heman mijarî:

Kiliçdaroglu: Em ê teşkîlatekê çêkin ku ji Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê pêk tê
‘Berpirsên îstîxbaratî yên Îran û Îsraîlê li Urdinê civînek li dar xistin'
Berpirsê YNKê: Amerîka û Îran naxwazin namzedekî ji Tevgera Sedrê bibe serokwezîr
Hemas: Têkiliyen me bi Îran û Hizbullahê re gelekî xurt in
Ulyanov: Bingeheke hiqûqî ya daxwaza Amerîkayê ku Îran ji Sûriyê derê tune
Îran a ku Amerîka mueyîde lê sepandin bi Brîtanyayê re peymana petrolê îmze kir
Etîketan:
Îranê biryara îdama Ferîde Salih da, Ferîde îdam, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de