20:26 20 Hezîran 2018
hêzên amerîkî Rojava

'Divê êdî Amerîka ji Sûriyeyê derkeve'

© REUTERS / RODI SAID
Îran
Lînkê kurt
0 03

Şêwirmendê Serokê Meclisa Îranê Huseyin Emir Ebdullahiyan di axaftina xwe de ragihand ku ji bo aramiya herêmê divê Amerîka ji Sûriyeyê derkeve.

USS Dwight D. Eisenhower / Keştiya Balafirên Şer a Amerîkî
© AP Photo / Nicolas Nanev
Şêwirmendê Serokê Meclisa Îranê Huseyin Emir Ebdullahiyan di hevdîtina xwe ya berpirsê Rojhilata Navîn ê Yekîtiya Ewropayê Cari Arnberg de got: "Rêvebiriya Washîngtonê ewlehiya herêmê têk dibe. Amerîka hemû rêvebir û serkirdeyê DAIŞê vediguhezîne Afganistan, Asyaya Rojava û Efrîqeya Bakur."

Emir Ebdullahiyan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji destpêka şerê Sûriyeyê heta niha Îran ji bo çareseriya siyasî hewl dide. Rêxistina DAIŞê jî di nav de hemû grûbên terorîst di şerê Sûriyeyê de têk çûn û divê êdî Amerîka û hêzên biyanî ji bo li darxistina hilbijartina serbest ji Sûriyeyê vekişin."

Bi heman mijarî:

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Amerîkayê temînat dane me
Li hemberî F-35ên Amerîkayê, SU-57ên rûsî ji bo Tirkiyeyê dibin alternatîf
PYD: Ti eleqeya me bi peymana di navbera HSDê û Amerîkayê de tineye
Meclîsa Nûneran a Amerîkayê pêşî li midaxeleya leşkerî ya li dijî Îranê girt
Tirkiye: Dibe em bersivê bidin Amerîkayê
Amerîkayê çek û amûrên giran şandin rojhilatê Ewropayê
Etîketan:
Hêzên amerîkî, Emir Ebdullahiyan, Îran, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de