00:51 20 Hezîran 2018
Îran

Li Îranê alarm: Rêvebiran hişyar kir

© Sputnik / Sertaç Kayar
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku hemwelatiyên îranî yên ku li eyaletên Sîstan-Belûcistan, Hurmuzgan, Buşehr û Horasana Başûr dijîn bi birçîbûnê re rûbirû ne.

Li gor Ajansa Nûçe ya Şagirtên Îranê (ILNA), serokê parlamenterên eyaleta Sîstan-Belucistanê Muhammed Naîm di axaftina xwe ya Meclisa Îranê de rêvebiriya Tehranê hişyar kir û got: "Hemwelatiyên ku li çar eyaletan dijîn ji ber jar û feqiriyê bi birçîbûnê re rûbirû mane."

‘JI SEDÎ 75 BI FEQIRIYÊ RE RÛBIRÛ YE'

Muhammed Naîm di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Di asta dahatuya millî de Sîstan-Belucistan di rêza herî dawî de ye. Nebûna sermayê û hişkesalî derbeyeke mezin li xelkê herêmê xist. Bi taybetî ev hişkesalî bandoreke mezin li gundên girêdayî bajarê Zabul, Zahidan û Çabaharê kiriye. Ji sedî 75ê hemwelatiyên eyaleta Sîstan-Belucistanê bi birçîbûnê re rûbirû ye."

Parlamenterê bajarê Zahidanê Alim Yar Muhammed jî di axaftina xwe de got: "Xelkê herêmê êdî nikare debara xwe bike. Ji 580 hezar şêniyên bajarê Zahidanê 350 hezar jê ji ava paqij mehrum in."

Bi heman mijarî:

Îranê teqez kir ku hebûna wê ya li Sûriyeyê dê dewam bike
Îsraîlê êrîşê balafirxaneyeke Îranê kir: Gelek kes mirin û birîndar bûn
Meclîsa Nûneran a Amerîkayê pêşî li midaxeleya leşkerî ya li dijî Îranê girt
Amerîkayê ji ber Îranê li hemberî şîrketên tirk biryara mueyîdeyan da
Şanda PDKê serdana Balyozxaneya Îranê kir
Rûsya: Mercên Amerîkayê ji bo Îranê nayên qebûlkirin
Etîketan:
Li Îranê alarma birçîbûnê, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de