00:58 20 Hezîran 2018
Elî Xamaney

Xamaney: Wê aqûbeta Trump jî wekî ya Reagan û Bush be

© Foto : AA/ Ofîsa Çapemenî ya rêberê olî
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney bersiv da daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ku mercên nû piştî vekişîna ji peymana nukleerî danîn ber Îranê.

Xamaney di gotara xwe ya li ser televizyona dewletê hat weşandin, bersiveke tund da Amerîkayê û diyar kir ku dê aqûbeta Serokê Amerîkayê Donald Trump wekî serokên berê yên wî welatî Raeagan û Bush û neoconan be ku di nav dîrokê de winda bûne û çûne.

‘DÊ AMERÎKA TÊK BIÇE'

Xamaney li ser hewlên Amerîkayê yên guhertina rejîma Îranê got, "Heger rayedarên îranê erkên xwe bêkêmasî bicih werînin, qet gumane li ser nîne ku dê amerîkî têk biçin."

Li ser vekişîna peymana nukleerî jî Xamaney ragihand ku Amerîka ne welatekî baweriyê bide ye û wan tecrube kiriye ku bi hikûmeta wiha re ti soz û peyman nayên kirin.

‘EWROPÎ JI GOTINA AMERÎKAYÊ DERNAKEVIN'

Rêberê Olî yê Îranê herwiha bal kişand ser helwesta ewropiyan jî û diyar kir ku welatên Ewropayê ji gotina Amerîkayê dernakevin, lê Îran ne şer aştiyê bi ewropiyan re dixwaze.

Bi heman mijarî:

Kêliya ku balafira Batman-Enqerê rabû birûsk ket
Fransa: Dibe ku li Rojhilata Navîn şer biqewime
Puşkov: Brîtanya RTyê qedexe bike, em ê jî ji bo BBCyê heman tiştî bikin
‘Belçîkiyan alîkariya milîtanên li Iraq û Sûriyeyê kir’
Malbatê ji bo ku kurê wan ji malê biçe, serî li dadgehê da
Peyamnêrê RTyê ji bo ku girtina polîgona nukleerê ya Punggye-ri bişopîne, çû Koreya Bakur
Etîketan:
Amerîka, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de