01:23 20 Hezîran 2018
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

Rûsya: Mercên Amerîkayê ji bo Îranê nayên qebûlkirin

© Sputnik /
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê îro got ku helbet ew mercên birêveberiya Amerîlayê danîne pêşberî Îranê, li gorî Tehranê nayên qebûlkirin.

Zaxarovayê got, "nîgeraniyek heye ku Washington wek gogeke berfê, dehfandinekê ji vê helmeta mueyideyên li dijî Îranê bi dest dixe. Wisa diyar e ku Amerîkayê di dawiyê de siyaseta hişyarî û gefxwarinan li dijî Îranê tercîh kiriye. Ev ne li gorî nexşerêya giştîgir a hevpar a programa nûkleerî ya Îranê ye û ji têkiliyên suriştî yên navbe3ra dewletan derbas dibe."

Herwiha Zaxarovayê destnîşan kir ku derketina birêveberiya Amerîkayê ji peymana nûkleerî tenê ne binpêkirina pîvanên navdewletî ye lê pêşmercên ji bo Îranê nayên qebûlkirin jî pêşkêş dike."

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeoyî roja duşemê di axiftineke televizyonî de gotibû ku peymana nûkllerî ya li gel Îranê 'ewlehiyê ji bo cîhanê dabîn nake' û gef xwaribû ku mueyideyan biseppîne.

Bi heman mijarî:

Lavrov: Biryara Amerîka ya Îranê, li dijî biryara KENYê ye
Bahreyn: Mafê Îsraîlê heye ku li hemberî Îranê xwe biparêze
‘Li Sûriyê baregehên Îranê tune ne, hemû leşkerên hatine kuştin ji Sûriyê ne’
'Piştî biryara Îranê em ê polîtîkayên tund li dijî DYAyê bimeşînin'
Trump fermana kêmkirina kirîna petrola Îranê da
Etîketan:
Mike Pompeo, Mariya Zaxarova, Tehran, Washington, Amerîka, Îran, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de