09:48 19 Hezîran 2018
Îran

Îran: Hêrsa Amerîkayê ji têkbirina DAIŞê tê

© REUTERS / Raheb Homavandi
Îran
Lînkê kurt
0 01

Sekreterê Konseya Ewlekariya Netewî ya Îranê Alî Şamhanî li ser daxuyaniyên dijî Îranê yê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo diyar kir, sedema hêrsa Washingtonê ji ber têkbirina DAIŞê û têkçûna wan tê.

Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Îranê ISNAyê Şamhanî got, "Hemû dinya qebûl dike ku Îranê roleke girîng di têkbirina DAIŞê de leyîstiye ku nehiştiye li Iraq, Sûriye, Lubnan û heta Ewropayê berbelav bibe."

Şamhanî îdia kir, piştgirê sereke yê terorê û avakarê wê Amerîka ye ku ji têkbirina DAIŞê hêrs bûne û têkçûna wan ji aliyê her kesî ve hatiye fêmkirin.

Pompeo piştî vekişîna ji peymana nukleerî ya bi Îranê re, 12 merc danîbûn ber Îranê ku daxwaz kiribû Îran hemû hêzên xwe jî ji Sûriyeyê vekişîne.

Pisporên leşkerî yên Îranê jî dibêjin, hebûna Îranê ya li Sûriyeyê rewa ye û bi daxwaza rêveberiya Şamê ew li wir in.

Bi heman mijarî:

Serokê şanda PDKê: Posta serokomariyê mijara dawîn a danûstandinê ye
Venezuella nûnerê Amerîkayê dersînor dike
Li Dêrikê barhilgirike teqiya: Zarokeke 13 salî can da
Ebadî: Bi Sedir re ji bo avakirina hikûmetê me bi awayekî fikrî li hev kir
Birayê mezin ê Malmisanij wefat kir: Li Pîranê spartin axê
Trump: Dibe ku zîrweya Koreya Bakur were paşxistin
Etîketan:
DAIŞ, Sûriye, Amerîka, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de