05:44 21 Hezîran 2018
Behram Qasimî

Îranê ji bo hebûna xwe ya li Sûriyeyê daxuyaniyek da

© REUTERS / ATTA KENARE
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Nûnerê Wezareta Derve ya Îranê Behrem Qasimî ragihand ku hebûna Îranê li Sûriyeyê dê berdewam bike, heta ku Şam bi fermî daxwaza derketina wan bike.

Li gorî agahiyên ajansa Tesnîmê, Qasimî gotiye, "kes nikare Îranê neçar bike ku ew ji Sûriyeyê derkeve. Heta ku terorîzim hebe û Hikûmeta Sûriyeyê daxwaze bike, Îran dê hebûna xwe li wir berdewam bike."

Qasimî di berdewamiya axiftina xwe de gotiye: Ew ên bê destûra Hikûmeta Sûriyeyê ketina nav axa wê, pêwîst e, ew derkevin.

Serokê Dewleta Rûsayê Vladîmîr Pûtînî piştî civîna xwe ya 17ê Gulanê ya li gel Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esadî re ragihandibû ku piştî serkeftina Artêşa Sûriyeyê di têkoşîna li dijî terorîzimê de û destpêirina pêvajoya siyasî, pêwîst e ku hemû hêzên leşkerî yên biyanî ji axa Komara Sûriyeyê bên vekişandin."

Herwiha Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskovî jî diyar kiribû ku hejmarek nûnerên hêzên leşkerî yên biyanî yên niha li ser axa Sûriyeyê ne û bêyî bingehê qanûnî li wir hatine bicîkirine, pêwîst e ku bi destpêkirina pêvajoya siyasî ji welatî derkevin.

Nûnerê Taybet ê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bo Sûriyeyê Aleksandr Lavrentyevî ragihand ku divê hemû hêzên biyanî, Amerîka, hêzên Tirkiyeyê, hêzên tevgera libnanî Hizbullah di nav de, ji bilî hêzên Rûsyayê, ji Sûriyeyê vekişin.

Bi heman mijarî:

Bi biryara Trump a Îranê re bihayê petrolê 3.4%î zêde bû
Trump gef li Îranê xwar: Dê tiştin bibin!
Parlamentoya Îranê metnê peymana nûkleerî şewitand
Riyabkov: Îdîayên DYA li hember Îranê ne bi bernameya nukleerî ve girêdayîne
Trump ji Macron re got: Amerîka ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vedikişe
Etîketan:
Aleksandr Lavrentyevî, Dmitriy Peskov, Beşar Esad, Vladîmîr Pûtîn, Behram Qasimî, Rûsya, Amerîka, Sûriye, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de