05:37 22 Gulan 2018
    bidarvekirin

    Malbata Ramîn Husên Penahî bang li civaka navdewletî kir

    © Fotolia / Anton Skopin
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Malbata girtiyê siyasî kurd ê li Îranê Ramîn Husên Penahî yê ku ji aliyê dadgeha Îranê ve rastî cezayê bidarvekirinê hat, daxuyaniyek belav kir û ji raya giştî ya cîhanê xwest ku ji bo rizgarkirina kurê wan hewl bide.

    Malbata girtiyê siyasî kurd ê li Îranê Ramîn Husên Penahî yê ku ji aliyê dadgeha Îranê ve rastî cezayê bidarvekirinê hat, duhî piştî biryara bidarvekirina derbarê Penahî de daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de got, em pê hesiyan ku birêveberiya girtîgehê hefteya borî ji bo bicihkirina biryarê Ramîn Husên Penahî yê li Girtîgeha Sineyê xistine hucreya takekesî.

    Hat ragihandin ku biryara bidarvekirina Penahî ji bo parêzerê wî Husên Ehmed Niyaz hatiye şandin û dibe ku di her kêliyê de were bidarvekirin.

    Malbetê di daxuyaniyê de bang li hemû aliyên li Kurdistanê, kesên azadîxwaz û çalakvanên mafên mirovan ên navxweyî û cîhanê kir ku bi hemû hêza xwe hewl bidin, da ku bila bicihanîna vê hikmê bidarvekirinê were rawestandin.

    Ramîn Husên Penahî kurdekî ji bajarê Sineyê yê Kurdistana Îranê ye û bi tohmeta ‘endamtiya partiya Komeleyê' hat darizandin û ji aliyê Dadgeha Şoreşa Îslamê ya li Sineyê ve hikmê bidarvekirinê lê hat birîn.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de