11:08 24 Gulan 2018
    Îran - Petrol

    Îran a ku Amerîka mueyîde lê sepandin bi Brîtanyayê re peymana petrolê îmze kir

    © REUTERS / RAHEB HOMAVANDI
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî daxuyaniya Amerîka ya vekişandina peymana nukleerî ya bi Îranê re û sepandina dorpêçên aborî hat diyarkirin ku Îranê ji bo bipêşdebirina qada petrolê ya ku dikeve başûrê rojavayê wî welatê bi konsorsiyuma îngilîzî re peymana ewil îmze kir.

    Ji bo bipêşdebirina qada petrolê ya ku dikeve başûrê rojavayê wî welatê bi konsorsiyuma îngilîzî re peymana ewil hat îmze kirin.

    ‘BI KONSORSIYUMA ÎNGİLÎZÎ PEYMANA EWIL HAT ÎMZE KIRIN'

    Televizyona dewletê ya Îranê ragihand ku ji bo bipêşdebirina qada petrolê û gaza sirûştî ya li herêma Kerenj ku dikeve başûrê rojavayê wî welatê bi konsorsiyuma îngilîzî ya ku navenda wê li Londonê ye Konsorsiyumu Pergasê re peymana ewil hatiye îmze kirin.

    Peyman bi beşdariya Wezîrê Petrolê yê Îranê Bijen Nandar Zengene, Balyozê Brîtanyayê li Tehranê Robert Macaire û midûrê giştî yê Pergasê Colin Rowley re bi merasîmekê hat îmzekirin.

    ‘DÊ ROJANE 200 HEZAR PETROLA XAM WERE HILBERANDIN'

    Projeya ku hewcedariya wê bi 1.2 milyar dolar veberhênanî heye, dema ku qediya li qada petrolê ya Kerenj dê rojane 200 hezar petrola xam were hilberandin.

    Ajansa fermî ya îranî IRNAyê proje wiha ragihand, "Piştî ku Amerîka ji peymana nukleer a bi Îranê re vekişiya Ewropayê ji bo berdewamkirina peymanê yekem gava xwe avêt û peymanrk girê da."

     

    Bi heman mijarî:

    Îranê biryara îdama Ramîn Husên Penahî da
    Hêzên Îranê mudexale li xwepêşanderan kir: 3 kes hatin kuştin
    Macron: Tevî biryara DYAyê ya peymana nukleerî, YE hebûna şirketên li Îranê misoger dike
    Brîtanya, Almanya û Fransa: Divê pabendî bi mercên peymana li gel Îranê were kirin
    ‘Gendeliya dengdan a Silêmaniyê ji aliyê Îranê ve hat kirin'
    Li Kirmaşan û Kurdistana Îranê 279 kes ji ber xwarina kuvarkan jehrî bûn
    Amerîkayê mueyide li ser Serokê Bankaya Navendî ya Îranê sepand
    Etîketan:
    Aborî, Dorpêç, Mueyîde, Peyman, PEtrol, Colin Rowley, Robert Macaire, Bijen Nandar Zengene, Brîtanya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de