20:49 20 Gulan 2018
    Darvekirin - Îdam

    Îranê biryara îdama Ramîn Husên Penahî da

    © Flickr / Jaime Pérez
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Beriya niha rejima Îranê fermana îdama aktîvîstê siyasî yê kurd Ramîn Husên Penahî dabû. Lê rêxistinên navdewletî, daxwaz ji Komara Îslamî ya Îranê kiribûn ku îdam were rawestandin, li ser vê daxwazê Îran îdamê dabû rawestandin. Hate ragihandin ku biryara îdama Penahî gihîştiye destê parêzerên wî.

    Birayê girtiyê siyasî yê kurd Ramîn Husên Penahî, liser rûpela xwe ya facebookê nivîsandîye ku, hewlên yasayî bo rêgirîkirin a îdamkirina birayê wî bê encam man û îro desthilatdarên Komara Îslamî ya Îranê sizaya îdama birayê wî radestî parêzerê wî kiriye. Parêzer jî, Ramîn bi wê sizayê agahdar kiriye.

    Rêxistina Efûya Navdewletî (Amnesty) derbarê biryara bidarvekirina Ramîn Huseyin Penahî de daxuyaniyek dabû û ji Îranê daxwaz kiribû "bidarvekirina wî were rawestand." Herwiha li ser medyaya civakî jî ji bo rawestandina biryara idamê gelek kampanya hatibûn lidarxistin. Di encama van hemû bertekan de dewleta Îranê ragihand ku îdama Penahî vê gavî hatiye rawestandin.

    Ramîn Hisênpenahî bi tohmeta endamîtiya di partiyeke kurdî ya dijberê Komara Îslamiya Îranê, dijatiya rejîma Îranê û asayişa netewî ya welat kiriye û di dawiya meha yekê ya îsal de ji aliyê dadga Îranê ve bi îdamê hatibû cezakirin û demek berî niha cezayê îdama wî ji aliyê Dîwana Bilind a Dadweriya Îranê ve jî hatibû pejirandin.

    Bi heman mijarî:

    'Piştî biryara Îranê em ê polîtîkayên tund li dijî DYAyê bimeşînin'
    Îranê cezayê îdamê da 8 endamên DAIŞê
    Ji Îranê rexneya Esad: Ew bi xêra me heta niha maye
    Trump fermana kêmkirina kirîna petrola Îranê da
    Amerîkayê mueyide li ser Serokê Bankaya Navendî ya Îranê sepand
    Etîketan:
    parêzer, facebook, biryar, Ramîn Husên Penahî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de