08:11 25 Gulan 2018
    Îran - Xwepêşandan

    Hêzên Îranê mudexale li xwepêşanderan kir: 3 kes hatin kuştin

    © AP Photo /
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hêzên ewlekariyê yên Îranê bi guleyan êrîşî xwepêşanderên bajarê Kazrûn a girêdayê bajarê Şîrazê kirin û di encam de gelek xwepêşander hatin kuştin û birîndar bûn.

    Li gorî ragihandina medya Îranê jî di xwepêşandanê de kesek hatiye kuştin û 6 kes jî birîndar bûne. Lê Kampanya Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku di encama gulebarankirina polîsên Îranê de zêdeyî 3 welatî hatine kuştin û hejmarek welatî jî hatine destserkirin

    Doh êvarê welatiyên bajarê Kazrûnê ya Îranê carek din dijî rewşa aborî ya nebaş a welat û siyaseta şaş a hikûmetê, daketin qadan. Li ser vê yekê hêzên Îranê jî bi çekan mudaxale li xwepêşandêran kir.

    Di xwepêşandanê de polîsên Îranê gule li xwepêşanderan reşandin û xwepêşanderan jî agir berdan navendeke polîsan.

    Bi heman mijarî:

    ‘Gendeliya dengdan a Silêmaniyê ji aliyê Îranê ve hat kirin'
    Li Kirmaşan û Kurdistana Îranê 279 kes ji ber xwarina kuvarkan jehrî bûn
    Amerîkayê mueyide li ser Serokê Bankaya Navendî ya Îranê sepand
    Trump fermana kêmkirina kirîna petrola Îranê da
    Ji Îranê rexneya Esad: Ew bi xêra me heta niha maye
    Etîketan:
    xwepêşandan, mirî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de