17:04 26 Gulan 2018
Ala Îranê

Li Kirmaşan û Kurdistana Îranê 279 kes ji ber xwarina kuvarkan jehrî bûn

© AFP 2018 / ATTA KENARE
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li parêzgeha Kirmaşanê û bajarên Sine û Ûrmiyeyê bi tevahî 279 kes û her wisa li tevahiya Îranê jî 727 kes ji ber xwarina kuvarkan jehrî bûne, ku 5 kesên ji wan canê xwe ji dest daye.

Li gorî nûçeyeke Rûdawê, ku spartiye raporeke Znîngeha Bijişkî ya Kirmaşanê, di nava 3 hefteyên dawî de li tevahiya Îranê 727 kes ji ber xwarina kuvarkan jehrî bûne, ku 3 kesên ji van li nexweşxaneya Şîrazê, 2 kes jî li Kirmaşanê canê xwe ji dest daye.

Hat diyarkirin ku li bajarê Sine yê Kurdistana Îranê 52 kes, li bajarê Ûrmiyê 17 kes, li Loristanê 17 kes û li Kirmaşanê jî 210 kes jehrî bûne.

Ji ber van bûyerên jehrîbûnê Birêveberiya Tenduristiyê ya Kirmaşanê heta demekê firotina kuvarkan qedexe kir.

Etîketan:
Zanînegha Bijîşkî ya Kirmaşanê, Kirmaşan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de