14:18 23 Gulan 2018
    Civîna Zerîf û Mogheriniyê

    Zerîf: Civîna me ya li gel Mogheriniyê baş û avaker bû

    © REUTERS /
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîfî bi Nûnera Bilind Polîtîkayên Ewlekeriyê û Karûbarên Derve ya Yekîtiya Ewropayê(YE) Federica Mogheriniyê re civiya.

    Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trumpî biryar da ku ji peymana nûkleerî vekişe, Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf danûstendinên xwe yên dîplomatîk zêde kirin.

    Zerîf li Brûkselê bi Federica Mogheriniyê re civîneke ji çapemeniyê re girtî pêk anî.

    Piştî civînê, Zerîfî got, "civîna me ya li gel Mogheriniyê baş û avaker be. Em li ser rêya rast bi pêş ve diçin. Divê biryarên tên dan mafên Îranê misoger bikin û biparêzin. Ew ê du du hefteyên bê de jî civînên me dewam bikin."

    Tê payîn ku Zerîf bi mazûvaniya Mogheriniyê bi wezîrên derve yên Almanya, Fransa û Brîtanyayê re bicive. Serokê Amerîkayê Donald Trumpî 8ê Gulanê ragihandibû ku welatê wî ji wê peymanê vedikişe ya ku di navbera Îran û welatên 5+1ê de pêk hatibû. Piştî wê jî Zerîf bi Rûsya û Çîn re danûstendin kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Ji Kremlînê bo Trump hişyariya Îranê
    Trump ji Macron re got: Amerîka ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vedikişe
    Trump: Amerîka ji peymana nukleerî ya Îranê vedikişe, dorpêçên aborî ji nû ve tên sepandin
    Parlamentoya Îranê metnê peymana nûkleerî şewitand
    Îmarat: Biryara vekişandinê gavek rast e û divê li dijî Îranê planeke bi bandor bê danîn
    Etîketan:
    Federica Mogherini, Cewad Zerîf, Rûsya, Çîn, Îran, Amerîka, Brûksel
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de