14:16 23 Gulan 2018
    Quds

    Tehran: Kiryarên Amerîkayê wê bê bersiv nemînin

    © AFP 2018 / Jaafar ASHTIYEH
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî ragihand kû biryarên Amerîkayê yên veguhestina baylozxaneyê ji Tel Avîvê bo Qûdisê û vekişîna ji peymana nukleerî dê bê bersiv nemînin.

    Serokê Parlamentoya Îranê piştî civîna awarte ya Yekîtiya Îslamî ya ser pirsgirêka Filistînê ku roja duşemê hatibû lidarxistin û nunerên Parlamentoyên 20 weletên misilman beşdar bibin axivî û got: "Divê li hember Filistînê şaşiyan nekin. Bila ewana hizir nekin kû kiriyarên wan li dijî Filistîn û Îranê wê bê bersiv bimîne."

    Serokê Amerîkayê Donald Tramp di meha Kanûna sala 2017an de biryar dabû ku baylozxaneya Amerîkayê ji Tel Avîvê bo Qudsê bê veguhestin. Ev biryara Trump îro bi merasîmeke fermî bicih hat. Herwiha ev yek bibû sedema rageşiyan û di pevçûnên îro de heta niha herî kêm 41 filstînî hatin kuştin û bi hezaran jî birîndar bûn.

    Trump, di 9ê Gulanê de bi daxuyaniyeke eşkere kir ku ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vekişiyane.

    Bi heman mijarî:

    Îran 60 roj muhlet da welatên Neteweyên Yekbûyî
    Koşka Spî Îran bi ‘Alozkirina Rojhilata Navîn’ tawanbar kir
    Îran: Îsraîl tevgerekê bodelî bike wê Tel Avîv û Heyfa ji holê rabe
    Dr. Akkoyunlu: Ger şerê Îsraîl-Îranê biqewime Îran wê fişarên li ser kurdan zêde bike
    Îran: Bêdengiya civaka navdewletî, Îsraîlê bi cesaret dike
    Etîketan:
    kiryar, rageşî, balyozxane, Elî Larîcanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de