17:27 23 Gulan 2018
    Hesen Rûhanî

    Tehranê ji Rûhanî daxwaza lêborînê kir

    © AFP 2018 / ATTA KENARE
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Meclîsa Pisporan a Îranê bi sedema ku "Li gorî xeta sor a ku rêberê olî Elî Xamaney ji bo peymana nukleerê daxuyand, tevnegeriyaye" ji Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî xwest, ji xelkê Îranê lêborînê biwaze.

    Li gorî agahiyên K24ê, ku spartiye nûçeya malpera ‘majlesekhobregan' a Meclîsa Pisporan, Serokê Meclîsa Pisporan Ehmed Cennetî di daxuyaniya xwe ya niviskî de gotiye, "Serokê ÎRanê (Xamaney) li dijî mizakereyên nukleerê bû. Ji bo vê peymanê ji welatên P5+1ê xerentiyên pêwîst nehatin girtin."

    Daxuyanî wisa berdewam kir, "Di vê peymanê de riayetê xetên sor ên Serokê Îranê nehatiye kirin. Divê Rûhanî zirarên ku ji encamên peymanê pêk hatine, bi awayekî şefaf vebêje û ji xelkê Îranê lêborînê bixwaze."

    Li gorî destûra Îranê Meclîsa Pisporan a Îranê ji 88 zanayên olî pêk tê û ji hilbijartina û kontrolkirina serokê olî yê Îranê berpirsyar in.

    Bi heman mijarî:

    Ji Îranê rexneya Esad: Ew bi xêra me heta niha maye
    Îranê cezayê îdamê da 8 endamên DAIŞê
    'Piştî biryara Îranê em ê polîtîkayên tund li dijî DYAyê bimeşînin'
    Mifetişê UAEAyê ku berpirsê bernameya nûkleerî ya Îranê bû îstîfa kir
    ‘Li Sûriyê baregehên Îranê tune ne, hemû leşkerên hatine kuştin ji Sûriyê ne’
    Etîketan:
    lêborîn, Serokomarê Îranê, Ehmed Cennetî, Hesen Rûhanî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de