07:09 26 Gulan 2018
Hêzên Ewlekariya Îranê

Îranê cezayê îdamê da 8 endamên DAIŞê

© AFP 2018 / AHMAD AL-RUBAYE
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Dadgeha Şoreşê ya Îranê ji bo 8 milîtanên DAIŞê yên ku sala çûyî êrîş biribûn ser parlamentoya Îranê û gule bi ser gora Ayetûllah Xûmeynîyî de reşandibûn, biryar da.

Serokê Dadgehên Şoreşê li Tehranê Gazanfer Ebadî ji televîzyon hikûmeta Îranê re ragihand ku dadgehê ji bo 8 DAIŞiyên destê wan di êrîşên par de hebû re biryara bidarvekirinê daye.

Gazanfer Ebadî herwiha da zanîn ku mafê wan kesan heye heta 20 rojan serî li dadgeha temyîzê bidin.

Hat ragihandin ku ji bo 18 gumanbarên din ên êrîşê darizandin berdewam e.

7ê Hezîrana 2017an milîtanên DAIŞê derbasî nava parlemetoya Îranê bûbûn û şer û pevçûn di navbera wan û pasavanan de derketibû. Heman rojê li aliyê gora Ayetûllah Xûmeyinîyî jî êrîşek pêk hatibû û 17 kes hatibûn kuştin.

Bi heman mijarî:

Wê Erdogan ji nav 2100 kesan 600 berbijêrên parlamentoyê diyar bike
Welatiyê kerr ê çû leşkeriyê: Bi min bawer nedikirin ku ez nabihîzim
Berdevkê YNKê: Tiliyên kesên ku tohmetê li YNKê dikin divê bên jêkirin
Yekîneyên polîsên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyeyê dest bi peywira dewriyeyê kir
Yekem keştiya balafirên şer a Çînê bi rê ket
'Nasnameya êrîşkarê Parîsê eşkere bû, dê û bavê wî hatin desteserkirin'
YSKê li ser namzedên serkomariyê biryara xwe ya dawî da
Etîketan:
Dadgeha Şoreşa Îranê, Cezayê îdamê, DAIŞ, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de