17:00 26 Gulan 2018
Îran

Mifetişê UAEAyê ku berpirsê bernameya nûkleerî ya Îranê bû îstîfa kir

© AP Photo / Vahid Salemi
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku Cîgirê Serokê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (UAEA) û mifetişê berpirs ê bernameya nûkleerî ya Îranê Tero Varjoranta ji wezîfeyên xwe yên ajansê îstîfa kir.

Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (UAEA) di daxuyaniya xwe de ragihand ku Tero Varjorantayê finlandiyayî ku ji sala 2013an ve li ajansê Serokatiya Dezgehê Parastinê dimeşîne ji hemû wezîfeyên xwe îstîfa kir.

Li gor daxuyaniya UAEAyê Tero Varjoranta berî peymana nûkleerî ya bi Îranê lig elek welat xebat meşand û berpirsê ekîba ku li Îranê venêrîn dikir bû.

Ajansê di daxuyaniya xwe de sedema îstîfaya Varjoranta eşkere nekir. Li gor daxuyaniyê, bernameya fealiyetên nûkleerî ya Îranê bi profesyoneleke mezin dewam dike. Hat ragihandin ku pozisyona Varjoranta bi awayekî demkî wê Massimo Aparo bimeşîne û ji bo Serokatiya Dezgehê Parastinê jî di dema herî nêzîk de wê kesek were tayînkirin.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Biryara ‘vekişandina Amerîkayê ji peymana nukleerî' ya bi Îranê re xeletî ye
‘Li Sûriyê baregehên Îranê tune ne, hemû leşkerên hatine kuştin ji Sûriyê ne’
'Îsraîl dixwaze ku Erebistana Siûdî ji qula xwe derkeve û şerê Îranê bike'
Lavrov: Biryara Amerîka ya Îranê, li dijî biryara KENYê ye
Netanyahû: Îranê xeta sor dabezand
Etîketan:
Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (UAEA), Tero Varjoranta, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de