14:19 23 Gulan 2018
    Hesen Rûhanî

    Rûhanî û Merkel bi rêya telefonê axivîn

    © AP Photo /
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî bi rêya telefonê ligel Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê axivî û jê xwest ku ji bo peymana nukleerê ‘xerentiyê' bide.

    Li gorî ajansa nûçeyan aTesnîmê şeva borî Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî bi rêya telefonê ligel Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê axivî û di axaftina xwe de ji Merkelê xwest ku ji bo peymana nukleerê xerentiyê bide.

    Rûhanî got, "Di çarçoveya peymana nukleerê de divê berjewendiyên Îranê yên firotina petrol, xaz û petrokîmyayê û bankayan bi awayekî eşkere werin parastin. Ev sernavên peymanê yên divê werin parastin, divê din ava hefteyekê de ji aliyê wezîr û pisporên karen derve yên Îrna û Yekîtiya Ewropayê (YE) ve werin gotûbêjkirin."

    Serokomarê Îranê di heman demê li ser biryara vekişînê ya Amerîkayê ji peymana nukleerî wekî li dijî prensîbên navdewletî nirxand û encamên vê biryarê wê bibe sedema zirarê.

    Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel jî diyar kir ku ew ji ber biryara vekişînê ya Amerîkayê ji peymana nukleerê xemgîn e û got, "YE wê pabendî Peymanê be û heman tiştî ji Îranê jî dipê."

    Bi heman mijarî:

    Biryara Trumpî tê payîn, Rûhanî: Dibe em bo 2-3 mehan tûşî hinek kêşeyan bibin
    Rûhanî: Amerîka dê bi awayekî dîrokî poşman bibe
    Macron û Rûhanî li ser peymana nukleerî axivîn
    Dr. Akkoyunlu: Ger şerê Îsraîl-Îranê biqewime Îran wê fişarên li ser kurdan zêde bike
    'Îsraîl dixwaze ku Erebistana Siûdî ji qula xwe derkeve û şerê Îranê bike'
    Bahreyn: Mafê Îsraîlê heye ku li hemberî Îranê xwe biparêze
    Etîketan:
    Serokwezîra Almanyayê, Serokomarê Îranê, Angela Merkel, Hasan Rûhanî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de