04:29 25 Gulan 2018
    Îran

    Dr. Akkoyunlu: Ger şerê Îsraîl-Îranê biqewime Îran wê fişarên li ser kurdan zêde bike

    © REUTERS / Raheb Homavandi
    Îran
    Lînkê kurt
    Mustafa Zengin
    0 0 0

    Zanyarê dîrok û siyaseta Rojhilata Navîn Dr. Karabekir Akkoyunlu ji bo Îsraîl û Îranê anî ziman ku di navbera herdu welatan de her çiqas îhtimala şerekî dûr were xuya jî, nabe mirov îhtimal şer jî tune bihesibîne. Akkoyunlu ji bo bandora şer a li ser kurdan jî got, "Şer wê bibe sedem ku Îran fişarên xwe li ser kurdan û mixalîfên din zêde bike."

    Akademîsyenê Zanîngeha Grazê ya Avusturyayê Dr. Karabekir Akkoyunlu li ser raborî û îroya peywendiyên Îran û Îsraîlê ji bo Sputnik Kurdistanê aixivî û anî ziman ku di serdema Mihemmed Riza Şah de peywendiyên di navbera Îran û Îsraîlê de kûr û piralî bûn. Dr. Akkoyunlu ev tişt gotin, "Îran welatê misliman ê duyem e ku piştî Tirkiyeyê di sala 1950yî de Îsraîl nas kir. Sedemên vê yên civakî, çandî û stratejik hebûn. Lİ Îranê cimaeta cihûyan a herî mezin û xwedî bingeh hebû. Beriya sala 1979a bi qasî 100 hezar Cihû li Îranê hebûn. Îsraîliyên bi eslê xwe ji Îranê bûn jî peywendiyên xwe yê çandî û malbatî ji Îranê qut nekiribûn. Di neteweperweriya Îranê cihekî erênî yê Cihûyan, di Ehîda berê (Tewratê) de jî cihekî erênî yê Persan hebûn. Hêmaneke din a ku her du civakan nêzikî hev dike jî, dijayetiya wan a Ereban bû."

    ‘ÎRAN, ÎSRAÎL Û TIRKIYE PERÇEYÊ BLOKA ROJAVA BÛN'

    Li gorî Akkoyunlu vê dijayetiyê di heman demê de aliyê stratejîk ê peywendiyên herdu aliyan jî xurt dikir: "Di serdema Şerê Sar de Îran, Îsraîl û Tirkiye perçeyê bloka Rojava bûn, welatên Sûriye, Misir û Rêxistina Rizgarî ya Filistînê (FKO) yên sosyalîst û neteweperestên ereb jî nêzikî Sovyetan bûn. Iraq di navbera herdu blokan de diçû û dihat, lê dîsa jî wekî dijminê Îran û Îsraîlê bû. Di navbera Îsraîl, Îran û Amerîkayê de peywendiyên leşkerî û îstixbaratî di vê çarçoveyê de pêş ket. Wekî mîna, tê zanîn ku rêxistina îstixbaratê ya Şah SAVAK, ji aliyê sixûrên CIA û Mossadê ve dihatin perwerdekirin û teçhîzatkirin. Di heman demê de ji destpêka 1960an heta sala 1975a Îran û Îsraîlê, li dijî hikûmeta Bexdayê piştgirî da têkoşîna Mistefa Barzanî û PDKê."

    ‘PEYWENDIYÊN HERDU ALIYAN DI SALA 1975A DE BER BI XERABÛNÊ VE ÇÛ'

    Dr. Akkoyunlu axaftina xwe wisa domand: "Peywendiyên di navbera herdu aliyan de di sala 1975a de, ku wê salê di navbera Îran û Iraqê de peymana Cezayîrê hat îmzekirin, dest bi xerabûnê kir. Li gorî vê peymanê Iraqê herêma Şett'ul Erebê da Îranê, Îranê jî piştgiriya xwe ya ji bo Barzanî şûnde kişand. Vê peymanê ji bo tevgera kurdan têkçûn û têkşikandineke mezin bi xwe re anî. Di heman salê de Îranê li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) piştgirî da pêşnûmeya bi hejmara 3379a, ku wê pêşnûmeyê siyonîzm wekî nijadperestiyê bi nav dikir.

    Helbet Şoreşa Îslamê ya di sala 1979a de qonaxeke guhertinê bû. Serokê şoreşê Ayetûllah Xumeynî ligel Amerîkayê Îsraîl wekî ‘Şeytanê Biçûk' îlan kir, peywendiyên fermî bi dawî kir û Îranê dev ji naskirina Îsraîlê berda. Şoreş bû sedem ku gelek Cihû ji Îranê koçî Îsraîlê bike. Lê peywendiyên di navbera herdu welatan de heta dawiya salên 1980yî jî bi awayekî nefermî berdewam kir. Îran di pêvajoya şerê li dijî Iraqê de gava di bin ambargoya navdewletî bû, piraniya çek û muhîmatên xwe ji Îsraîlê wergirtin (Amerîka jî li şûna ku Iraq serkeftineke meizn bi dest bixe, dixwest şer dirêj bajo û ev yek paşçav dikir). Herwisa di dema şer de komek şêwirmendên leşkerî yên Îsraîlê bi veşartî li Tehranê ma û di navbera herdu welatan de qenalên îstixbaratê vekirî hiştin."

    ‘PEYWENDIYÊN ÎRAN Û ÎSRAÎLÊ BI AWAYEKÎ RASTEQÎN DI SALÊN 1990Î DE XERA BÛN'

    Dr. Karabekir Akkoyunlu li ser pêvajoya xerabûna peywendiyên Îran û Îsraîlê anî ziman ku peywendiyên di navbera Îran-Îsraîlê de bi awayekî rasteqîn di salên 1990î de xera bûn û wisa berdewam kir: "Sedema vê ya bingehîn ew bû ku Îsraîl di bin serpereştiya Amerîkayê de bi welatên ereb û FKOyê re dest bi hevdîtinên aşitiyê kir. Îran di sala 1991ê de ji bo konferansa Madrîdê nehat vexwendin û loma jî xwe nîşan bide ku ew pergaleke herêmî ya bêyî xwe qebûl nake. Ji bo vê yekê jî li dijî Îsraîlê piştgiriya xwe ya ji bo Hamas û Cîhada Îslamî, li Libnanê jî piştgiriya xwe ya ji bo Hîzbûllahê zêde kir. Di sala 1992 û 1994a de li Arjantînê li dijî hedefên Îsraîl û Cihûyan êrîşên mezin hatin lidarxistin. Îsraîlê jî him li nav Îranê, him jî li derveyî Îranê li dijî Komara Îslamî ya Îranê sûîqesdên mezin li dar xistin."

    ‘TÊGIHÎŞTINA GEFÊ DI SIYASETA NAVXWEYÎ YA ÎRAN Û ÎSRAÎLÊ DE XWEDIYÊ ROLEKE GIRÎNG E'

    Dr. Akkoyunlu ragihand ku îro hêj jî binyada jeopolîtîk a salên 1990î serdest e û wisa axivî: "Herdu welat bi çavekî metirsiyeke hebûn û nebûnê li hevdu dinêrin. Ev têgihîştina gefê di siyaseta navxweyî ya herdu welatan de jî xwediyê roleke girîng e. Li Îsraîlê hevpeymana neteweperwer û rastgir a bi serokatiya Netanyahu, careke din Îran xist mijara sereke ya rojevê û bi vî awayî dixwaze bala navdewletî ji ser binpêkirinên Îsraîlê yên mafên mirovan ên li Xezzeyê û sûcdariyên gendeliyê yên derbarê Netanyahu de dûr bigire. Ev alî hewl dide peymana nukleerê ya di sala 2015a de hat îmzekirin û Tehran ji tecrîta navdewletî rizgar kir, sabote bike û tê dîtin ku di vî warî de bi ser jî dikevin. Li Îranê jî kevneperestên (bi farisî dibêjin Usûlxareyan) li derdora Elî Xamaney û komeke Pasdaran kom bûne, bi guman nêzikî rojava dibin û di ser vê re naxwazin aliyê reformîst û modernîst ê piştgiriyê dide Serokomar Rûhanî xurt bibin. Xurtbûna zimanê ewlehîkar deste kevneperestan bi hêz dike."

    ‘ŞERÊ AMERÎKA, ÎSRAÎL Û ÎRANÊ WÊ TEVAHIYA NAVDEWLETÎ SEROBINO BIKE'

    Karabekir Akkoyunlu Amerîka û Îsraîl dixwaze ji hundir de Îranê têk bibe û derbarê mijarê ev tişt anîn ziman: "Armanca aliyê tundrew ê Amerîka û Îsraîlê ew bû ku ji gelek aliyan ve fişarê li Îranê bike, şert û mercên ku dê rejîmê ji hundir de têk bibin, pêk bînin. Di siyaseta rojane de zêdebûna aloziyan bi kêrî aliyê tundrew ê her sê welatan tê. Lê ev nayê wê wateyê ku Îran, Îsraîl û Amerîka li dû şerekî rasteqîn in û wî şerî digirin ber çavan. Şerekî wisa tenê ne Îsraîl û Îranê û herêmê, wê pergala tevahî ya navdewletî jî serobino bike. Di taliya talî ez bawer nakim ev hikûmet wisa bê mentiq tevbigerin. Beriya niha çend salan me serdemeke metirsîdar dît ku di wê serdemê de li Amerîkayê hikûmeta Bush û neo-conan, li Îsraîlê Netanyahu û li Îranê jî Ahmedînejad li ser desthilatiyê bû. Wê demê jî me dîtibû ku ew alî nedixwestin şerekî germ çêbibe. Li şûna wê mueyîdeyên aborî û têkoşînên wesayetê yên wekî şerê Îsraîl-Hizbûllahê yê sala 2006a hatibûn pêkanîn. Bi îhtimeleke mezin em îro jî bi heman rewşê re rûbirû ne."

    Benyamîn Netanyahu
    © REUTERS / Jaime Saldarriaga
    ‘WELATÊN EREB ÊN KENDAVÊ JI ÎSRAÎLÊ ZÊDETIR DIJMINATIYA ÎRANÊ DIKIN'

    Pisporê Rojhilata Navîn Akkoyunlu derbirî ku aliyekî din ê vê hevkêşeyê jî welatên ereb ên Kendavê ne, ku di rastiyê de ji Îsraîlê zêdetir ji Îranê nefret dikin: "Bi taybetî jî Erebistana Siûdî û Bahreyn in, ku serê wan bi kêmahiya şiiyan re di belê de ye (wekî hûn jî dizanin, Qatar ji bo ku li derveyî vê yekê disekine, ji aliyê cîranên xwe yên kendavê ve hatiye tecrîtkirin). Di sala 2010a de di belgeyên Wikileaksê de me dîtibû ku ji Îsraîlê zêdetir, welatên kendavê zor dida Amerîkayê ku li dijî Îranê şer bike."

    Li gorî Akkoyunlu îhtimala şer dûr tê xuya lê bi ya wî dîsa jî ne karekî biaqilane ye ku mirov şer tune bihesibîn: "Bi taybetî li Erebistana Siûdî polîtîkayên welîehdê ciwan, bêtecrube û bêsebir Muhammed Bin Selman û li Amerîkayê jî polîtîkayên Trumpê ku derdora wî bi kesên dijminên Îranê yên wekî Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî John Bolton û dîrektorê CIAyê Mike Pompeo (niha Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ye) texmînan zehmetir dikin. Ne diyar e ku ev dirdirokên şerxwaz dê herêmê û cîhanê ber bi kuderê ve bibin."

    ‘ŞER RÛBIDE ÎRAN WÊ FIŞAR Û ZEXTÊN XWE YÊN LI SER KURDAN ZÊDETIR BIKIN'

    Dr. Karabekir Akkoyunlu ji bo bandora şer a li ser kurdan û mixalîfên din jî ev tişt anîn ziman: "Ger şer dernekeve jî, hişmendiya leşkeriyê di polîtîkaya navxweyî ya Îranê de bibe serdest, wê him mixalefeta siyasî him jî di serî kurd, mixalîfên etnîkî û mezhebi rastî fişareke zêde bibn. Di rewşa şer de ev fişar wê derkeve deh, belkî sed qatî. Bi kurtasî ger aliyên mixalîf ji êrîşa Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê kêfxweş bibin û piştgiriyê bidinê, wê ev ji bo wan bibe helwesteke ne di cih de, ji ber ku dîsa ew ê bibin qurbaniyên rejîma êrîşkar."

    ‘TIRKIYE HEWLA KU JI BO ÎSRAÎL Û ÎRANÊ DIDE, JI BO KURDAN NADE'

    Dr. Akkoyunlu bal kişand ser ku di warê herêmî de pêkan e ku gurbûna şerê wesayetê bandorê li kurdan bike û wisa berdewamî da axaftina xwe: "Di serdema dawî de kurdên ku li Sûriyeyê ji Amerîkayê, di pêvajoya referandûmê de jî ji Îsraîlê piştgiriyeke eşkere girt, dibe xwe di nava çembera dijminane ya Rûsya, Îran, Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê de bibînin. Wekî nimûne, Tirkiye naxwaze di navbera Îsraîl û Îranê de şerek biqewime û bi îhtimaleke mezin wê hewl bide vî şerî asteng bike. Lê Tirkiye heta ku şert û merc neguherin, heman hewlê ji bo kurdên li nava xwe nade, heta dibe vê yekê ji bo tepisandina tevgera neteweyî ya kurdan wekî derfetekê bibîne."

    ‘XERABÛNA PEYMANÊ WÊ HERÊMÊ Û CÎHANÊ TÊXE RÊYEKE METIRSÎDAR'

    Karabekir Akkoyunlu li ser biryara Trump a vekişîna ji peymana nukleerê jî anî ziman ku bi vê biryara 8ê Gulanê qonaxeke girîng şûnde ma û ev tişt gotin, "Ev biryar wê bi awayekî cidî di demeke nêzîk, navîn û dûr de aloziyê zêde bike. Ji bo ev rewş veneguhere şer berpirsyariyên girîng dikevin ser milên aktoran. Di vê rewşê de, ya pêwîst ew e ku divê her 5 welatên din (Rûsya, Çîn, Brîtanya, Fransa û Almanya) li beramberî Amerîkayê biryara xwe ya berdewamkirina peymanên nişan bidin. Ev helbet ew qas ne hêsan e û eger ku Trump li dijî şîrketên van welatan ên li Îranê kar dikin, mueyîdeyan pêk bîne, ev hîç ne hêsan e. Lê ger Peyman jî bi tevahî têk biçe, herêm û cîhan wê têkevin rêyeke metirsîdar a bê veger. Ev mijar tene Îran, Îsraîl û Amerîkayê eleqeder nake lê di heman demê de bikêrhatina dîplomasiyê jî eleqeder dike. Cihê ku dîplomasî lê tune be, bêewlehî, şer û pevçûn hene."

    Bi heman mijarî:

    'Îsraîl dixwaze ku Erebistana Siûdî ji qula xwe derkeve û şerê Îranê bike'
    Bahreyn: Mafê Îsraîlê heye ku li hemberî Îranê xwe biparêze
    Netanyahû: Îranê xeta sor dabezand
    Lavrov: Biryara Amerîka ya Îranê, li dijî biryara KENYê ye
    Erdogan û Pûtîn li ser mijara Îranê axivîn
    Etîketan:
    Zanîngeha Grazê ya Avusturyayê, Karabekir Akkoyunlu, Îsraîl, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de