04:30 28 Gulan 2018
Herêma Kisve ya ku Îsraîlê bi moşekan êrîş bir ser

Îran: Bêdengiya civaka navdewletî, Îsraîlê bi cesaret dike

© Sputnik / SANA
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Îranê Behram Kasmî bertek nîşanî helwesta civaka navdewletî da ku li hember êrîşên dewleta Îsraîlê bêdeng dimîne. Kasimî eşkere kir ku mafê xweparastina Şamê heye, lê bêdengiya civaka navdewletî dewleta Îsraîlê bi cesaret dike.

Li gor ragihandina televizyona dewleta Îranê, Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Îranê Behram Kasmî daxuyandiye ku li dijî êrîşkariya Îsraîlê xweparastina Şamê heye, herwiha civaka navdewletî li dijî êrîşakriya Îsraîlê bêdeng dimîne û ev jî cesaretekê dide wê. Kasimî di axaftina xwe de êrîşên Îsraîlê bi tund şermazer kir û got, bêdengiya civaka navdewletî ya li dijî êrîşên li axa Sûriyeyê, Îsraîlê bi cesaret dike lê mafê xweparastina Şamê heye.

Rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê de herî dawî roja pêncşemê pêk hat, hêzên hewayî yên artêşa Îsraîlê li Sûriyeyê li dijî baregehên leşkeri yên Îranê opresayona hewayî pêk anî bû.

Herwiha Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî diyar kir ku 28 balafirên Îsraîlê beşdarî operasyonê bûne û 60 moşek bi ser hedefên Îranê de pekandine, nîvê van moşekan ji aliyê pegala parastina hewayî ya Sûriyeyê ve hatine xistin.

Bi heman mijarî:

Serokomarê Libnanê: Îsraîl misilman û xrîstiyanan tehcîr dike
Lavrov: Him Îran û him Îsraîl jî naxwazin rageşiyê zêde bikin
Reuters: Di êrişa Îsraîl a Sûriyeyê de 8 jê leşkerên îranî 15 kes hatin kuştin
Hizbulah: Amerîka, Îsraîl û Erebistana Siûdî destwerdanê li hilbijartinan dikin
Şerekî di navbera Îsraîl û Îranê de dê bandorekî çawa li kurdan bike?
Etîketan:
civaka navdewletî, bertek, êrîş, Behram Kasmî, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de