11:08 24 Gulan 2018
    Rêberê olî yê Îranê Ayetûllah Elî Xameneyî

    Xameneyî ji bo Trumpî daxuyaniyek da

    © AFP 2018 /
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêberê olî yê Îranê Ayetûllah Elî Xameneyî derbarê daxuyaniya Trumpî de daxuyaniyek da û got, "Trumpî şaş kir û di axiftina xwe de bêtirî deh caran derew kirin."

    Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trumpî ragihand ku ji peymana nûkleerî ya sala 2015an li gel Îranê hatibû îmzekirin vedikişe, Rêberê olî yê Îranê Ayetûllah Elî Xamaneyî bertek da Trumpî û got, "axiftina wî ehmeqane û bêkitekit bû.

    'BÊTIRÎ 10 DEREWAN HEBÛN'

    Xameneyî li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand û got, "We duh êvarî Serokê Amerîkayê hinek daxuyaniyên ehmeqane û bêkitekit bihîstin. Belkî bêtirî deh derewan di gotinên wî de hebûn. Bi gotina 'hûn vê dikin û hûn wê dikin' rejîm û gel tehdîd kirin. Trump, ez li ser navê gelê Îranê 'te şaşî kir."

    Li gorî nûçeya Associated Press(AP), Xameneyî ji Trumpî te gotiye, "Tu yê nikaribî ti tiştî bikî".

    Herwiha Xameneyî got, "me peymana nûkleerî qebûl kir lê neyariya ji Îranê re xelas nebû".

    Bi heman mijarî:

    ‘Îsraîlê ji bo ku Îranê moşek vediguhestin baregehên Sûriyeyê ew bombe kirin'
    Welatekî din têkiliya xwe ya dîplomatîk ji Îranê birî
    Li Îranê erdhejeke mezin
    'Konferansa Pêşxistina Peywendiyên Aborî yên Herêma Kurdistanê û Îranê' destpê kir
    Şerekî di navbera Îsraîl û Îranê de dê bandorekî çawa li kurdan bike?
    Mesûd Barzanî bi balyozê Îranê yê li Iraqê re civiya
    Netanyahû: Peymana nukleerî li ser derewên Îranê çêbûye
    Îranê vê carê li ser Youtube bersiva Amerîkayê da
    Etîketan:
    Ayetûllah Elî Xameneyî, Îran, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de