11:18 24 Gulan 2018
    Hêzên Ewlekariya Îranê

    Leşkerên îranî piştî îşkenceyê kolberê kurd ji çiya avêtin

    © AFP 2018 / AHMAD AL-RUBAYE
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li sînorê Newsudî ya bajarê Kirmaşanê leşkerên rejima Îranê komek kolber xistin kemînê, piştî ew girtin îşkence kirin û kolberek ji çiya avêtin.

    Li gor nûçeya Telegramî Kolbernewsê, kolberê binavê Mihemed Kerîm Rehmanî yê ji bajarê Kamyaranî girêdayî parêzgeha Sine, li ser sînorê Newsud a girêdayî Kirmaşanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve piştî hate îşkencekirin, ew ji zinar avêtin û kuştin.

    Di berdewamiya nûçeyê de tê gotin ku Mihemed û gelek kolberên din ketine kemîna hêzên rejîma Îranê û di encama kemînê de hêzên rejîmê îşkence li gelek kolberan kirin û Mihemed Kerîm jî ji zinar avêtin.

    Wek tê zanîn bazirgan û karsaz li Îranê rojane di nava çalakiyê de ne û daxwaz ji hikûmetê dikin da ku rêyên sînor werin vekirin û nirxê bac û gomrikê were kêmkirin, lê heya niha hikûmetê ti bersivek nedaye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Vê carê kolberên kurd ji mirinê rizgar bûn, lê hespên wan dîsa hatin kuştin
    Kolberên kurd dîsa rastî êrişê hatin: 2 kuştî û 2 jî birîndar
    Pasdarên Îranê 2 kolberên kurd kuştin
    Ji ber kuştina kolberên Kurd xelkê bi ser qaymeqamtiyê de girt
    8 kolberên kurd bi guleyên leşkerên Îranê hatin kuştin
    Ji serê sala 2017an ve 144 kolberên kurd li sînorê Îranê bûne qurbanî
    Etîketan:
    Kolberê kurd hat qetilkirin, Mihemed Kerîm Rehmanî, Kirmaşan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de