17:01 26 Gulan 2018
Îran û Amerîka

Îran: Ji Amerîkayê re zimanê hêzê pêwîst e

© AFP 2018 / Carlos Barria
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Parlamentoya Îranê Alî Larîcanî ragihand kû DYA erkên xwe li ser peymana nukleerî pêk neaniye û bi Washingtonê re dikarin tenê `bi zimanê hêzê` bipeyîvin.

Serokkomarê DYA Donald Tramp demek berê ragihandibû ku îro roja 8 Gulanê wê li ser vekişîna ji peymana atomê bi Îranê re daxuyaniyekê bide. Larîcanî got: "DYA li gor erkên kû hilgirtibun ser xwe tevnegeriyane û tevî wê, di qada navneteweyî de nebaweriyê belavdikirin û Ewrupî jî ev tiştana qebuldikin. Wusa diyare kû bi DYA re, tenê bi zimanê hêzê axavtin dikare bête kiri, çareke din tune."

Îran û koma `şeşan` ya navbeynkarên navneteweyî (Rûsya, DYA, Brîtaniya, Çîn, Fransa, Almanya) di sala 2015 peymana dîrokî ya çareserkirina pirsgrêka pir salî ya atoma Îranê destxistin: Plana Tevgera Hevpar hatibû pejrandin, pêkanîna pilana navborî hemû sizayên aborî û darayî li ser Îranê ji alî Encumana Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), Amerîka û Yekîtiya Ewropa (YE) hatibun sepandin betal dike.

Tramp gelek caran nerazîbuna xwe derbarê peymanê diyakiriye û digot gengaz e ku wê ji vê peymanê xwe vekişîne eger peyman neyê guhertin. Heya 12 gulanê rejîma rakirina sizayên Îranê li gor peymanê hatiye dirêjkirin, tevî wê Tramp ragihand kû ev dirêjkirin dê ya dawî be.

Bi heman mijarî:

Peymana petrol a navbera Îran û Iraqê zelal bû
Zarîf: Dibe Îran ji peymana nûkleerî vekişe
Lavrov: Em hêvîdarin Îran ji peymana nukleerî venekişe
Îran:"Em bi berpirsyariya xwe ya peymana nûkleerî ve girêdayî ne"
Rûsya di metirsiyê de ye ku Îran ji peymana nûkleerî vekişe
Etîketan:
Sizadan, Guşar, Biryara Vekişandina Amerîka ji Peymanê, Peymana atomê ya bi Îranê, NY, YE, DYA, Alî Larîcanî, Amerîka, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de