06:52 26 Gulan 2018
Benyamîn Netenyahû

Netanyahû: Îran plan dike ku çekên gelekî metirsîdar bi cî bike

© AFP 2018 / Don Emmert
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trumpî ragihand ku îro dê biryara xwe bide bê ji peymana nûkleerî vekişe yan na, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû dev avêt Îranê û got, "Îran çekên gelekî metirsîdar li Sûriyeyê bi cî dike."

Serokwezîrê Îsraîlê serdana paytexta Qibirsê, Lefkoşayê kir û di civîna sêalî ya navbera Yûnanistan, Qibris û Îsraîlê de hinek îdîa derbarê Îranê de kirin.

Netanyahû  got, "Îran plan dike, çekên gelekî metirsîdar li Sûriyeyê bi cî bike."

Herwiha Serokwezîrê Îsraîlê axiftina xwe wiha dewam kir: "Îran her rojê eşkere bang dike ku Îsraîl wêran bibe û ji ser rûyê erdê rabe, li himberî me êrîşkariyeke pêk tîne ku bi her awayî temam bûye."

Netanyahû: "Nexasim niha ji bo jinavbirina Îsraîlê, çekên gelekî metirsîdar li Sûriyeyê bi cî dike."

 

Bi heman mijarî:

Îran mudaxeleya hilbijartinên Iraqê dike
Tehran: Amerîka her diçe dir dibe, Rûsya, Çîn û Îran divê nêziktir bibin
Fransa: Îran çekan ji husiyan re dişîne
Îran Telegramê asteng dike
Sedr Îran tehdît kir: Ez ê bi dest dagirkeriyê bikim
Rayedarê PDKê: Rojekê dê Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraq bên hilweşandin
Etîketan:
Benyamîn Netenyahû, îsraîl, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de