16:52 20 Gulan 2018
    Hesen Rûhanî

    Biryara Trumpî tê payîn, Rûhanî: Dibe em bo 2-3 mehan tûşî hinek kêşeyan bibin

    © AFP 2018 / ATTA KENARE
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Tê payîn ku Serokê Amerîkayê Donald Trump îro biryara xwe ji bo peymana nûkleerî ya li gel Îranê hatiye îmzekirin bide. Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî got, 'eger Amerîka ji peymanê vekişe, welatê wî dê bo 2-3 mehan tûşî hinek kêşeyan were lê dê heq ji wan jî derkevin.'

    Serokê Amerîkayê Donald Trumpî duh li ser Twitterê ragihandibû ku dê îro saet 21:00 bi dema Hewlêrê biryara xwe ya ji bo peymana Îran û P5+1ê ya sala 2015an bide. Piştî vê daxuyaniyê Serokkomarê Îranê Rûhanî yekem daxuyaniya xwe li ser vê mijarê da.

    Trumpî di daxuyaniyên xwe yên berê de jî peyamên wiha dabûn ku dê biryara xwe ya dawî 12ê Gulanê ragihîne ku Amerîka dê ji peymanê vekişe û dê ji nû ve mueydeyan li ser Îranê bisepîne.

    "EM Ê HEQ JÊ DERKEVIN"

    Rûhanî li konferansa petrolê ya li Tehrana paytext axift, bêyî ku rasterast navê Trumpî bi lêv bike, hişyarî da ku "dibe welat tûşî hinek kêşeyan were."

    Serokkomarê Îranê got, "ihtimal heye ku em ji bo du-sê mehan tûşî hinek kêşeyan bibin lê em ê heq ji wan jî derkevin".

    "DIVÊ EM LI SER PÊYÊN XWE BISEKININ"

    Herwiha Rûhanî teqez kir ku dixwazin têkiliyên avaker li gel dewletên rojavayî berdewam bikin û wiha dewam kir: "Bingehê polîtîkaya me ya derve, têkiliyên avaker in. Mueyide li ser me hebin jî û tine bin jî, divê em li ser pêyên xwe bisekinin. Ev ji bo bipêşveçûna welatê me gelekî giring e."

    LARÎCANÎ: TRUMP, BILA DILÊ WE DI CÎ DE BE

    Ji aliyê din ve, Serokê Meclisa Îranê Elî Larîcaniyî diyar kir, eger Amerîka ji peymana nûkleerî vekişe, îranî dê bêtir bibin yek. Li gorî malpera fermî ya meclisê, 'ıcana.ir'ê, Larîcaniyî gotiye, 'birêz Trump…bila dilê wê di cî de be. Ev dilsoziya di mijara nûkleerê de, dê neteweya Îranê ya gewre teşwîq bike ku li ser meşa li ser rêya şoreşa îslamî li pey serok Rûhanî berdewam be."

    SEROKÊ BANKAYA NAVENÎ YA ÎRANÊ: TEHDE DÊ LI ABORIYA ME NEYÊ

    Serokê Bankaya Navendî ya Îranê Weliyûllah Seyfî jî îdîa kir, eger Amerîka ji peymana nûkleerî vekişe, tehde dê li aboriya Îranê neyê.

    Daxuyaniya Seyfî di televizyonê de hat weşandin û tê de got, "em ji bo hemû senaryoyan amade ne. Amerîka ji peymanê vekişe, dê bandor li aboriya me neyê."

    Tê ragihandin, eger Trump ji peymanê vekişe, dê bandoreke neyênî li peydakirina petrolê bike. Aboriya Îranê 60% girêdayî petrolê ye.

    REWŞA DAWÎ ÇI BÛ?

    Temûza 2015an, koma welatên P5+1(Çîn, Almanya, Fransa, Rûsya, Brîtanya û Amerîka), bi Îranê re peymaneke nûkleerî îmze kiribû û ew wek Plana Çalakıyên Hevpar a Berfireh(JCPOA) hatibû binavkirin.

    Ev welatên navborî li himberî ku Îran programa xwe ya nûkleerî bisînor bike, qebûl kiribû ku hinek mueyideyan rakin.

    Wezîrên Derve yên Almanya û Fransayê duh bi daxuyaniyekê ragihandibû ku dê pabendî peymana nûkleerî ya li gel Îranê bin.

    Bi heman mijarî:

    Netenyahû: Me bangî Amerîka, Brîtanya, Fransa û Pûtînî kir ku belgeyên Îranê vekolin
    Netanyahu, belgeyên ku Îranê bi nukleerê sûcdar dike çawa bidest xistiye?
    Îranê bersiv da Îsraîlê: Em ê bersivekê surprîz bidin û hûn pişman bibin
    Rayedarên amerîkî: Wisa diyar e ku Îsraîl amadekariyê dike, şerê Îranê bike
    Rûsya: Pêdiviya belgeyên Netanyahû yên Îranê bi teyîtkirinê heye
    'Îranê ji destpêkê ve derew kir, îmzekirina peymanê xetaya herî mezin a Amerîkayê bû'
    Barzanî û balyozê Îranê li ser pêşxistina aboriyê civiyan
    Etîketan:
    Weliyûllah Seyf, Elî Larîcanî, Hesen Rûhanî, Donald Trump, Brîtanya, Rûsya, Fransa, Almanya, Çîn, Amerîka, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de