16:48 20 Gulan 2018
    Hesen Ruhanî-Serokomarê îranê

    Rûhanî: Amerîka dê bi awayekî dîrokî poşman bibe

    © AFP 2018 / ATTA KENARE
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî moşekên welatê wî dê nebe mijara gotûbêjan û got, eger Amerîka ji peymana nûkleerî veke, dê poşman bibe.

    Rûhanî li bajarê Sebziwarê axivî û got, çalakiyên moşekên di çarçoveya peymanê de dê nebin mijara gotûbêjan û dê li ser hilberandin û depokirina çek û moşekan berdewam bin.

    Serokkomarê îranî got: Amerîka dê nikaribe ti tiştî ji gelê Îranê bike. Amerîkayê her dem gelacî di nav gelê Îranê de derxist lê ti carî li ber ezameta gelê Îranê bi ser neket. Vê carê jî şaşiyê dike û eger ji peymanê vekişe, dê bi awayekî dîrokî poşman bibe."

    Herwiha Rûhaniyî got ku armancên wan ew in ku li dijî derewên Amerîka û Îsraîlê belav dikin û fobiya Îranê têbikoşin û ji cîhanê re îsbat bikin ku Îran alîgira aştiyê ye. Rûhanî wiha dewam kir: "Me bi îmzekirina peymana nûkleerî hewl da ji cîhanê re bibêjin ku sepandina mueyideyan li ser Îranê şaşî ye û divê ji vê gavê vegerin. Em bi 6 mezintirîn hêzên cîhanê re li ser maseyê rûniştin û me  hişt mentiq bi ser keve. Bi saya peymanê ambargo rabû, me dest bi firotina petrolê kir, bankayên cîhanê dest pê kir pêwendiyan deynin, derfirotin û der-kirîn rêya xwe dît."

    Rûhanî destnîşan kir ku welatê wî hemû sozên xwe anîne cî û teqez kir ku "Amerîka her dem ji pêkanîna sozên xwe reviyaye".

    Serokkomarê îranî diyar kir ku welatê wî li gorî peymanê tevgeriyaye û dubare kir ku dê mijara parastina xwe gotûbêj nekirin û wiha dewam kir: "Ji bo parastina me, çiqas çek pêwîst be, em ê hilberînin û ev ne karê ti kesî ye."

    Rûhanî diyar kir ku berî çend mehan hemû ferman bo hemû saziyan hatine dan û got, Saziya Enerjiya Atomî ya Îranê fermanên pêwîst wergirtin û berî çend rojan bi rayedarên saziyên re civiyam. Rêya me zelal û vekirî ye. Di warê aboriyê de jî fermanên pêwîst hatin dan."

    Serokê îranî diyar kir ku tenê dixwazin wê mijarê gotûbêj bikin bê çawa herêmê ewletir bikin û got: "Em niha bi Rûsya û Tirkiyeyê re gotûbêjan dikin û em ji bo Yemenê bi gelek welatên cîhanê re gotûbêjan dikin lê em vî tiştî jî ji cîhanê re radigihînin, li kû de herêmê be, em ê li dijî terorîstan şer bikin û em ê nehêlin DAIŞeke nû çêbibe. Em îstiqrar û aştiya herêmê dixwazin."

     

    Bi heman mijarî:

    Ji Rûsya, Tirkiye û Îranê deklarosyona hevpar a Sûriyeyê
    Pompeo û Netanyahu li ser Îranê li hevdu civiyan
    Îranê îdîaya ku baregeha wê li Sûriyeyê hatiye bombekirin red kir
    Pûtîn û Macron alîgirên parastina peymana li gel Îranê ne
    Netanyahu dê îşev derbarê Îranê de daxuyaniyekê bide
    Îranê bersiva Netanyahû da: Şivanê derewîn xelkê dixapîne
    Pompeo: Li gor belgeyên Îsraîlê bernameyeke nûkleerî ya Îranê heye
    Etîketan:
    Hesen Rûhanî, Tirkiye, Îran, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de