18:10 21 Gulan 2018
    Ala Îranê

    Rojnameyeke Siûdî derbarê 'senaryoya şerê li dijî Îranê de nivîsî'

    © AP Photo / Jae C. Hong
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnameyeke Erebistan Siûdî pêşbîniya wê yekê kir ku di demeke nêzîk de dê şerekî nû li Rojhilata Navîn derkeve ku ew şer li Sûriyeyê be û dê li dijî Îranê be. Li gorî malperê, ew şer paşê dê bibe şerekî rasterast di navbera Îsraîl û Îranê de.

    Rojnameya Okazê îro analîzek bi sernavê "Senaryoya nêzîk: Şerê li dijî hebûna Îranê li Sûriyeyê…Bi piştgiriya dewletên rojavayî" weşand ku tê de wiha hat gotin: "Emare hene ku herêma Rojhilata Navîn dê şerekî li dijî Îranê bibîne. Despêka wê dê li dijî hebûna Îranê li Sûriyeyê be. Paşê dibe ku bibe şerekî rasterast di navbera Îran û keyana îsraîlî de be".

    Di berdewamiyê de rojnameyê bal kişand ser wê yekê ku "tehdîd û gefxwarina ji herdu aliyan gur bûye, (nexasim) piştî ku Wezîrê Parastinê Îsraîlê Avigdor Liberman ragihand ku rejîma Îranê(rojên xwe yên dawî dijî) û Cîgirê Fermandarên Pasevanên Şoreşger ên Îranê Huseyin Selamî bersiva wî dabû û gotibû ku 100 hezar moşek amade ne ku bi ser Îsraîlê de bên avêtin."

    Rojnameyê di dawiya raporta xwe de got ku "tê texmînkirin ku dewletên rojavayî yên mezin piştgiriyê bidin Îsraîlê li dijî Îranê lê gelek pispor wiha difikirin ku ev pevçûna payî mirovî neçar dike ku li ser xeterên wê li ser herêm û cîhanê bifikire."

    Bi heman mijarî:

    Îran: Erbistana Siûdî û Îsraîl dixwazin li herêmê qeyranekê derxînin
    Îran mudaxeleya hilbijartinên Iraqê dike
    Îran Telegramê asteng dike
    Sedr Îran tehdît kir: Ez ê bi dest dagirkeriyê bikim
    Îran: Hevkariya bi Tirkiye, Rûsya û Sûriyê re dibe ku bibe mînak
    Rayedarê PDKê: Rojekê dê Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraq bên hilweşandin
    Etîketan:
    Avigdor Liberman, Huseyin Selamî, Erebistana, Siûdî, Sûriye, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de