04:09 25 Gulan 2018
    Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf

    Îranê vê carê li ser Youtube bersiva Amerîkayê da

    © REUTERS / Yuri Gripas
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf bi vîdeoyeke li ser Youtube bersiv da ihtimala ku Serokê Amerîkayê Donald Trumpî ji peymana nûkleerî ya li gel Îranê vekişe.

    Zerîfî vîdeoya li ser Youtube belav kiribû li ser hesabê xwe yê Twitterê jî belav kir û wiha nivîsî: "Peyama Îranê: ji bo bipêşdeçûnê, tekane rê heye, ew jî ku Amerîka li gorî rêkeftinê tevbigere ne ku jê vegere. #PeymanaÎranê".

    ​Di vê demê de ku mohleta Trumpî dabû welatên Ewropayê ji bo ku peymana li gel Îranê biguherînin bi dawî dibe, Zerîfî teqez kir ku "Îran dê ew tiştê ku berî çend salan lihevkirin li ser çêbûye û hatiye sepandin ji nû ve gotûbêj neke" û diyar kir, eger welatên din di nav xwe de peymanekê pêk bînin, Tehran dê pesendkirina wê red bike.

    Wezîrê Derve yê Îranê got ku birêveberiya Amerîkayê bi taybetî bi zordarîkirina li welatên din da ku xebatên xwe li gel Îranê asteng bikin, herdem peymanê bin pê dike û bangî Washingtonê kir ku êdî berpirsyariyên xwe yên peymana nûkleerî bîne cî.
    Serokê AmerÎkayê li gorî peymanê her 6 mehan carekê rabûna meyideyan pesend dike. Trump dê di 12ê Gulanê de vê bike. Eger welatên Ewropayê piştgiriyê nedin guhertina vê peymanê, tê payîn ku Trump peymanê pesend neke anku jê vekişe.

    Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronî û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê hefteya borî serdana Amerîkayê kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Asayîşa kurdî 50 kîlo heroîn zeft kirin ku ji Îranê hatibû
    Wezîrên Derve yê Rûsya, Tirkiye û Îranê li Moskowayê dicivin
    Ji Rûsya, Tirkiye û Îranê deklarosyona hevpar a Sûriyeyê
    May, Macron û Merkel li ser mijara Îranê civiyan
    Pompeo û Netanyahu li ser Îranê li hevdu civiyan
    Etîketan:
    Angela Merkel, Cewad Zerîf, Donald Trump, Almanya, Fransa, Amerîka, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de