05:34 22 Gulan 2018
    Avahiya Balyozxaneya li paytext Rabatê

    Îran bersiv da Fasê: Derewan dikin

    © AP Photo / Mosa'ab Elshamy
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Îran, sûcdar kirinên Cepheya Polisario yê ku serxwebûnê li Sehraya Rojava dixwaze, biçek dike red kir.

    Wezareta Karên Derve ya Îranê derbarê mijarê de daxuyanî da û tê de diyar kir ku "Daxuyaniyên Wezareta Karên Derve ya Fasê ku dibêje têkiliya Cepheya Polisario yê bi dîplomatekî îranî re heye şaş in."

    Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Berhem Qasimî da zanîn ku ew sûcdar kirin bê bingeh in û welatê wî rêzê ji serweriya welatên din re digire.

    Wezîrê Derve yê Fasê Nasir Burîta di daxuyaniya xwe ya civîna çapemenî de gotibû ku: "Fasê biryar da ku ji ber têkiliya Hizbullahê bi rêxistina Eniya Polisarioyê re Balyozxaneya xwe ya li Tehranê bigre. Em dixwazin balyozê Îranê jî welatê me biterikîne."

    Bûrîta di dirêjiya axaftina xwe de got: "Di sala 2016an de li Libnanê Hizbullahê ji bo piştgiriya Sehrayiyên Rojava komîteyek ava kir û di heman salê de berpirsekî Hizbullahê li sînorê bajarê Tinduf ê Cezayirê serdana herêma Sehraya Rojava kir. Di vê meha dawî de Hizbullahê çek jî ji Polisarioyê re şandin."

    Bi heman mijarî:

    Belgefilma ‘Erbîl Evîna Min e' wê li Fasê bê weşandin
    Li Fasê encama fermî ya hilbijartinan hat eşkere kirin
    Fasê bertek nîşanî Amerîkayê da:'Hemû derew in'
    Dadgeha DYA biriyar da kû Îran tezmînatê bide xizmên qurbaniyên 11ê Îlonê
    ‘Cesareta Siûdî tuneye li Sûriyeyê li hemberî Îran û hevalbendê wê şer bike'
    Etîketan:
    bersiv, Berhem Qasimî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de