07:46 25 Gulan 2018
    bidarvekirin

    Efûya Navdewletî xwest ku bidarvekirina Penahî were rawestandin

    © AP Photo / Denis Farrell
    Îran
    Lînkê kurt
    0 10

    Rêxistina Efûya Navdewletî(Amnesty) derbarê bidarvekirina kurdê bi navê Ramîn Huseyin Penahî de daxuyaniyek da û ji Îranê daxwaz kir ku "bidarvekirina wî were rawestand."

    Dîrektorê Parêzerî û Lêkolînan ê Rêxistina Efûya Navdewletî Philip Lutherî diyar kir ku darizandina kurdê bi navê Ramîn Huseyin Penahî yê 22 salî gelekî ne-dadmend bû û îdîayên cidî yên êşkencekirinê hene. Hikmê bidarvekirinê bi tawana "rakirina çekan li himberî dewletê" li Penahî hatiye birîn û tê plankirin ku pêncşemê were bidarvekirin.

    Rêxistina Efûyê diyar kir ku "doza Ramîn Huseyin Penahî ji serî heta binî beravêtineke mezin a  edaletê bû. Hat ragihandin ku dema derket pêşberî dadgehê şûnên êşkencekirinê li ser laşê wî hebe û piştî kêmî saetekê tawanbar hat dîtin."

    Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "di dema desteserkirinê de jî, derfet bo Penahî nehatiye dan ku parêzer an jî malbata wî xwe bigihînê û hurgiliyên delîlên li dijî wî jî nehat eşkerekirin."

    Di berdewamiyê de bang li desthilata Îranê hat kirin ku "hikmê bidarvekirina Ramîn Husyein Penahî were betalkirin berî ku dereng bibe."

    Ji aliyê din ve, gelek kesan li ser medyaya civakî hashtageke bi navê Penahî vekiriye û dixwazin ku hikmê bidarvekirina wî were rawestandin.

    "KURD LI SER MEDYAYA CIVAKÎ BANGA BETALKIRINA BIDARVEKIRINÊ KIR"

    Bikahênerekî bi navê Mistefa li ser hesabê xwe bang kiriye ku bidarvekirina wî were rawestandin û xwestiye ku piştgirî bo wê tagê were dan.

    "BIRAZAYA WÎ XWE KUŞT"

    ​Herwiha tê îdîakirin birazaya Penahî ya bi navê Niştiman piştî ku bihîst dê apê wê vê pêncşemê bê bidarvekirin xwe kuştiye.

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Îran midaxeleyê hilbijartinên li Iraqê dike
    Îran: Erbistana Siûdî û Îsraîl dixwazin li herêmê qeyranekê derxînin
    Fransa: Îran çekan ji husiyan re dişîne
    Etîketan:
    Rêxistina Efûya Navdewletî, Philip Luther, Ramîn Husên Penahî, îRAN, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de