14:16 23 Gulan 2018
    Leşkerê Îranê

    ‘Cesareta Siûdî tuneye li Sûriyeyê li hemberî Îran û hevalbendê wê şer bike'

    © Sputnik / Vitaliy Ankov
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Komîteya Bilind a Şoreşa Yemenê Muhammed Elî el-Husî di peyama xwe de ragihand ku cesareta Siûdî tuneye ku li Sûriyeyê derkeve pêşberî Îran û hevalbendê wê.

    Serokê Komîteya Bilind a Şoreşa Yemenê Muhammed Elî el-Husî di peyama xwe de bertek nîşanî tehdîdên Siûdî û Îmaratê yên li hemberî Îranê dan û got: "Eger Erebistana Siûdî bikaribûna li hemberî Îranê şer bike, bê çawa Îran li Sûriyeyê bi hevalbendên xwe re li dijî terorîstan şer dike wê Siûdî jî wiha şer bikira."

    Muhammed Elî el-Husî di berdewamiya peyama xwe ya Twitterê de got: "Bila generalên Siûdî dev ji daxuyaniyên xwe yên medyayê ku wê Îranê têk bibin berdin. Li Sûriyeyê şer dewam dike û ji Qasim Silêmanî hetanî leşkerê biçûk generalên îranî şer birêve dibin û em wan di çapemeniyê de dibînin. Başe hûn li kur in?"

    El-Husî di dirêjiya peyama xwe de got: "Bila Îmarata Erebî dev ji daxuyaniyên xwe yên li hemberî Îranê berde. Îmarat bi zimanekî eşkere Îranê tehdîd dike, lê ji aliyê din ve ji bo şirketên îranî li Dubaiyê bimînin lavelavê dike."

    Bi heman mijarî:

    Serokê husî Siûdî û Îmarat tehdîd kir: Bila welatî ji navendên leşkerî dûr bibin
    El Husî: Moşekên me yên balîstîk digihîjin qesra Qral Selman
    Li Yemenê di navbera husî û artêşê de şer: 38 kuştî
    Şerê husî û hevalbendên Salih gur bû: Bi 10an kuştî
    Etîketan:
    Serokê Komîteya Bilind a Şoreşa Yemenê, Muhammed Elî el-Husî, Erebistana Siûdî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de