05:37 22 Gulan 2018
    Jinên kurd - Rojava

    'Kurdên Sûriyeyê destûr nedaye Amerîka û Îsraîlê ku bikevin Sûriyeyê'

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Îran
    Lînkê kurt
    0 10

    Serşêwirmendê rêberê olî yê Îranê Elî Ekber Welayetî bi hinek nûnerên eşîrên kurd ên Sûriyeyê re civiya û parast ku kurdên Sûriyeyê destûr nedaye Amerîka û Îsraîlê ku bikevin nav axa Sûriyeyê.

    Erdhej
    © AFP 2018 / Richter magnitude scale
    Li gorî nûçeyeke Tesnimê serşêwirmendê rêberê olî yê Îranê Elî Ekber Welayetî li bajarê Tehranê yê paytexta Îranê bi hinek serokeşîrên kurd ên Sûriyeyê re kom bû. Hat diyarkirin ku Welatyetî di civînê de gotiye, "Sûriye bi gelek pêkhateyên xwe yên mezhebî û etnîkî li dijî dagirkeriya welatê xwe têkoşiyan. Û di vê têkoşîna xwe de bi ser ketine."

    Welayetî herwisa îdia kir ku kurdên li Sûriyeyê îspat kiriye ku ew ê destûr nedin Amerîka û Îsraîlê, da ku bikevin nav axa Sûriyeyê.

    Bi heman mijarî:

    ‘Îsraîlê ji bo ku Îranê moşek vediguhestin baregehên Sûriyeyê ew bombe kirin'
    Artêşa Sûriyeyê êrişî çeperen HSDê kir
    Yekem daxuyaniya Îsraîlê li ser êrîşa li dijî Sûriyeyê
    'Artêşa Sûriyeyê û komên çekdar ji bo tehliyekirina milîtanan li hev kir'
    Îranê îdîaya ku baregeha wê li Sûriyeyê hatiye bombekirin red kir
    Etîketan:
    kurdên Sûriyeyê, Serşêwirmendê Ayetûllah Elî Hamaney, Elî Ekber Welayetî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de