21:00 22 Gulan 2018
    Mike Pompeo

    Pompeo: Li gor belgeyên Îsraîlê bernameyeke nûkleerî ya Îranê heye

    © AFP 2018 / SAUL LOEB
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di axaftina xwe de ji bo belgeyên ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu pêşkêşî raya giştî kirin ragihand ku ew belge rast in.

    Wezareta Derve ya Amerîkayê bi îmzeya Mike Pompeo daxuyaniyek weşand. Pompeo di daxuyaniyê de dibeje: "Belgeyên ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi raya giştî re parve kirin îspat dike ku bernameyeke veşartî ya nûkleerî ya Îranê heye."

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku rêvebiriya Tehranê gelek materyal bi niyetekê stok kiriye û ji bo projeya bi navê ‘Amad' vedişêre.

    Wezîrê amerîkî di dirêjiya daxuyaniya xwe de dibêje: "Îranê bi salan got bernameya min a nûkleerî bernameyeke aştiyane ye. Belgeyên ku Îsraîlê bi raya giştî re parve kirin derxist holê ku Îran ne rast dibêje. Min bi xwe gelek belgeyên Îranê kontrol kirin. Berpirsên me yên îstîxbaratî û yên bergiriya nûkleerî bi hezaran rûpel kontrol kirin û ji farisî wergerandin. Ev xebata analitik wê bi mehan dewam bike. Ez teahûdê didim ku belge rast in."

    Bi heman mijarî:

    Pompeo û Netanyahu li ser Îranê li hevdu civiyan
    Pompeo: Li Kendavê yekîtî girîng e û divê em vê pêk bînin
    Pompeo û Çavuşoglu hevdîtinekê li dar dixin
    Pompeo bi sefera Rojhilata Navîn dest bi kar dike
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Amerikaye, Mike Pompeo, Amerîka, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de