14:17 23 Gulan 2018
    Muhemed Cewad Zerîf

    Îranê bersiva Netanyahû da: Şivanê derewîn xelkê dixapîne

    © AFP 2018 / Fabrice Coffrini
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamûn Netanyahû bi eşkerekirina hinek belgeyan re Îran bi xapandin û derewkariyê di warê bernameya nepen a nukleerî de tawanbar kir, Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf bersiv da.

    Zerîf li ser hesabê xwe yê twitterê bersiv da Netanyahû û ew bi xapandina mirovan tawanbar kir.

    Wezîrê îranî di twîta xwe de, cih da xêzeke ku Netanyahû li sala 2012an di axaftineke xwe ya li Neteweyên Yekbûyî de bikar aniye û got, "Lezgîn: Şivanê derewîn li ser kar e. Fîyaskoya karûkatura li NYyê jî xîreta wî neşkand. Êdî tenê dikarî beşeke piçûk a mirovan bixapînî."

    Zerîf di berdewamê de jî parvekirineke din kir û helwesta Serokê Amerîkayê Donald Trump a bo hilweşandina peymana nukleerî bi Îranê re bi bîr xist û diyar kir, "Îdiayên ji aliyê şivanê derewîn beriya bi çend rojan ji 12ê Gulanê tên. Lê lezkirina Trump hemû nepenîbûn ji holê kir."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Netanyahû li ser ‘bernameya nepen a nukleerî’ axivîn
    Li Cizîrê xaniyek herifî: Kesekî can da, 11 kes jî birîndar bûn
    Ji MSDê bangewaziya Efrînê: Rapora binpêkirinan ji NYyê re tê şandin
    Amerîkayê biryargeha xwe ya navendî ya li Bexdayê hilweşand
    ‘Şandeke Tirkiyê ya 50-60 kesî serdana Herêma Kurdistanê dike’
    Etîketan:
    Bernameya Nukleerî, Îsraîl, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de