20:59 22 Gulan 2018
    Rêberî Olî yê Îranê Ayetullah Ali Hamaney

    Xamaney: Li heremê armanca DYAyê zêdekirina rageşiyê ye

    © Sputnik /
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêberî Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney li ser daxuyaniyên tund yên Wezîrê Karê Derve yê DYAyê Mike Pompeo de axivî. Hamaney got ku DYAyê bi tevgerên xwe yên li heremê dixwaze di navbera Îranê û Erebistana Siûdî de gengeşiyê derxe û heremê bi rakeşiyekê re rûbirû bihêle.

    Ayetullah Elî Xamaney bi munasebeta 1ê Gulanê ya roja karkeran de li paytext Tehranê axivî û di televîzyona dewletê de axaftina wî zindî hat weşandin: "Divê DYAyê ji Rojhilata Navîn derbikeve, hêzên ku li dijî Îranê têbikoşin dê herdem têk biçin."

    Xamaney di axaftina xwe de prensê welîahd yê 32 salî yê Siûdî Muhammed bin Selman destnîşan kir û got: "DYA bi lîderên bêtecrûbe dixwaze li dijî Îranê têbikoşe, armanca wê van lîderên bêtecrûbe li dijî Îranê proveke bike. Herwiha dixwazin bi vî awayî li heremê krîzekê derxin û di nava misilmanan de şerekî pêk bîne. Heke hinek zanebûna wan lîderan hebe li dijî Îranê serî ranakin, çimkî dê têk biçin."

    Bi heman mijarî:

    Serşêwirmendê Hamaney û Fuad Masûm behsa têkiliyên Kurdistan û Îranê kir
    Hamaney ji bo dayikeke Azerî got: Zarokên xwe hînê Tirkî bikin
    Hamaney: Lêdana Amerîka ya li baregeha Sûriyeyê şaşiyeke stratejîk e
    Etîketan:
    pevçûn, şer, sûriye, îran, dya, Ayetulah Elî Xamaney, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de