04:12 25 Gulan 2018
    Serokê Rêxistina Enerjiya Nûklerî ya Îranê Elî Ekber Salihî

    Îran: Em hêvî dikin, hişê Trumpî were serê wî

    © AP Photo / Brendan Smialowski
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Rêxistina Enerjiya Nûklerî ya Îranê Elî Ekber Salihî îro duşemê got ku Tehran hêvî dike, hişê Serokê Amerîkayê Donald Trump were serê wî.

    Li gorî ajansa Reutersê, Salihî gotiye ku welatî wî hêvî dike, serokê amerîkî were ser hişê xwe, rêya rast bibîne û ji peymana nûklerî venekişe.

    Salihî di berdewamiya de got, "eger jê vekişe, Tehran ji aliyê teknîkî ve amade ye ku yûranyûmê di asteke wiha de bilind bike ku ji berî ya peymanê bilindtir be."

    Rayedarê îranî got, "Îran nikare vegere pêgeha xwe ya berê, eger sozên peymana nûklerî neyên cî."

    Herwiha Salihî got, "divê (Serokê amerîkî) Donald Trump û birêvberiya amerîkî bi biaqilî tevbigerin û xwe û kesên din nexin mijara rûbirûbûna li gel Îranê."

    Salihî got, "projeya motorên dehfandina nûklerî bi awayekî baş bi pêş ve diçe û me rênexşeyek ji bo wê amade kiriye. Helbet divê were gotin ku ev bername demdirêj e."

    Serokê Rêxistina Enerjiya Nûklerî ya Îranê Elî Ekber Salihî di dawiya axiftina xwe de got, "motorên dehfandina nûklerî yên şeş welatan hene. Pênc ji wan endamên Konseya Ewlekariyê ne lê tekane welatên ku li derveyî Konseya Ewlekariyê û xwediyê van motoran e, Hindistan e ku wê jî piştî çend salan ji xebat û bi alîkariya Rûsyayê, ev teknolojî bi dest xist."

    Bi heman mijarî:

    Îran: Li Sûriyeyê dibe ku dewletên Ereb û Tirkiye bên hemberî hev
    Îran: Em li Sûriyê piştgiriyê nadin ti kesî
    Rûsya ji bo pergala S-300ê bo Sûriyeyê: Divê ji Îran û Tirkiyeyê jî were pirsîn
    Îran: Bersiva Îsraîlê misoger e, tenê dem û cî di destê me de ye
    ‘Em nahêlin Îran li Sûriyeyê bihêz bibe'
    Îran: Eger Amerîka êriş bike, em ligel Şamê ne
    Îran: Ev planeke nû ya li dijî Sûriyeyê ye
    Etîketan:
    nûklerî, yûranyûm, Donald Trump, Elî Ekber Salihî, Tehran, Amerîka, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de