22:42 22 Gulan 2018
    Îsraîl - Girên Golanê

    Şerekî mezin li ber derî ye: Şer dê çawa be?

    © AFP 2018 / JALAA MAREY
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Îsraîl û Îran xwe li hev radikişînin. Aleksander Şarkovskiyî di rojnameya Nezavisimaya Gazetayê de nivîsek derbarê mijarê de weşand û behsa wan çekan dike yên ku Tel Avêv dê li dijî Îranê bi kar bîne û çekên ku Tehran dê bi wan bersivê bide.

    Di wê gotarê de ya ku RT wergerandiye wiha hat gotin: Piştî daxuyaniya Donald Trumpî ya ku dê bi awayekî yekalî ji 'lihevkirina nûklerî' ya bi Tehranê re vekişe, ya dawî mafê xwe parast ku kengî bixwaze, bikare dîsa dest bi çêkirina çekên nûklerî bike. Li gel ku asoyên vê lihevkirinê ji serî ve xapînok bûn jî lê Îsraîl li dijî wê derketibû. Berî niha Quds (nivîskarî paytexta Îsraîl wek Quds nîşan daye) ragihandibû ku amade ye navendên nûklerî yên Îranê bi awayekî serbixwe biruxîne, eger welatên rojavayî dest ji "peymana nûklerî bernedin."

    Nivîskar di berdewamiya nivîsê de dibêje: Îsraîl ji ber sedemên objektîv ne di rewşekê de ye ku operasyonên bejahî li ser erda Îranê bike lê navgînên wê hene ku êrîşî tesîsên leşkerî û şirketên girêdayî koperatîva parastinê ya Komara Îslamî bike."

    "HÊZÊN PARASTINA ÎRANÊ NE NIMÛNEYÎ YE LÊ DIKARE PLANÊN ÎSRAÎLÊ ASTEN BIKIN"

    Li gel şirketên ku di hilberandina serikên nûklerî de dixebitin, pêwîst e ku hilberandina navgînên wan digihînin(moşekan) jî biruxîne ku ew jî gelekî girîng in û ne pêkan e, di yek lêdanê de pêk were."

    Di heman demê de divê neyê jibîrkirin, li gel ku Îran ne xwedan hêzên parastina ya nimûneyî ye lê dîsa jî hejmareke zêde ya wan hêzan heye ku dikarin bi awayekî cidî planên Îsraîlê asteng bike.

    Divê hêzên hewayî yên Îsraîlê di destpêkê de xetên pêşî yên parastina hewayî ya Îranê xîne û tenê beşekî biçûk ji balafiran dê biçe armancên herî girîng ku bi pergalên parastina hewayî ya bipêşdeketîtir tên parastin, S-300 di nav de. Lê balafirên îsraîlî tenê dikarin wan moşekan hilgirin ku dikarin avahiyên ser rûberê erdê biruxînin, lewra dê gelekî wateya wan tine be.

    Moşekên balîstîk ên "Yarhun-2ê" yên Îsraîlê hene ku heta 2.5 hezar kîlometreyî diçin, Yarhûn-3ê jî hene ku dikarin heta 11 hezar kîlometreyan biçin lê serikên nenûklerî nikarin bi tevahî biruxînin lewra dibe, karê herî bikêrhatî bikaranîna çekên nûklerî be lê nayê texmînkirin ku Îsraîl tiştekî wiha bike.

    "DEWLETÊN KENDAVÊ DÊ ÇERNOBELEKÊ LI HERÊMA XWE NEXWAZIN"

    Wisa diyar e ku Îsraîl dê nikaribe dest ji alîkariya Washingtonê berde. Dibe ku Îsraîl bi awayekî serbixwe pergala parastina hewayî û balafiran li Îranê û deverên kêmparastî ji nav bibe. Di heman demê de nabe ku destê xwe bide îstasyona enerjiya nûklerî ya li Boşehîrê, ji ber welatên kendavê dê nexwazin Çernobelek li herêma wan çêbibe.

    Îca wisa dixuyê ku şerê navbera Îsraîl û Îranê yê niha dê tenê wiha be ku herdu alî bi moşekan li hev xin ku Îsraîl dê serikên şerî yên ne nûklerî bi kar bîne.

    Bi heman mijarî:

    Parlamentera Îsraîlê ji bo berdana Salih Muslimî: Gelekî baş bû
    ‘Îhtimal heye li sala 2019an şerê Îran-Îsraîlê derkeve’
    Vê carê jî Air India eşkere kir: Erebistana Siûdî bo Îsraîlê destûr da
    Rojnameya Îsraîlê: Têkiliyên Tirkiye û Erebistana Siûdî bi dawî dibin
    Îsraîlê piştî 11 salan got: Me 'reaktora nukleerê' ya li Sûriyeyê xist
    Îsraîlê êrişî Xezzayê kir
    Etîketan:
    şer, moşek, îsraîl, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de