16:41 20 Gulan 2018
    Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî

    Rûhanî gef li DYAyê xwarin: Dê encamên giran derkevin holê

    © Sputnik / Adnan Abidi
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ji serokê DYAyê Donald Trump re vegot ku DYA heke peymana nukleerê ya di sala 2015an de li Tahranê di navbera dewletên P5+1an de hat îmzekirin binpe bike dê bo Amerîkayê encamên giran derkevin holê.

    Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî derbarê mijara çekên nukleerê de axivî û got: "Peymana lihevkirina nukleerê dibe bo Amerîkayê bibe peymana ya herî nebaş." Rûhanî piştî gotinên Donald Trump ku, ‘Heke di peymanê de guherîn pêk neyên dê îmzeya xwe paş de vekşînin' de serokê Amerîkayê hişyar kir. Rûhanî di axaftina ji hezaran kesî re kir û di televizyona dewletê de zindî hat weşandin de gef li Amerîkayê xwar û got: "Ez ji yên li Qesra Spî re dibêjim, heke hûn berpirsyariyên xwe bi cih neynin Îran dê bersivên tund bide. Heke îhanetê bi peymanê re bikin dê encamên giran derkevin holê. Îran ji her rewşa neyinî re amadeye."

    Herwiha Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh li Pekînê bi hempîşeyê xwe yê çînî re hat ba hev û bibîr xist ku wek Rûsya li paş peymana P5+1 ku di navbera Îran, Rûsya, DYA, Brîtanya, Çîn û Elmanyayê de hatiye îmzekirin disekinin. Hat ragihandin ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî bo kanîkirina Trump duh hevdîtinek bi serokê Amerîkayê re pêk aniye.

    Bi heman mijarî:

    Li Washingtonê bombeya nukleer biteqe wê çi bibe?
    Pisporê Sûriyeyî: Îsraîl derewan dike, di 2007an de li reaktora nukleer a Sûriyeyê ne daye
    DYAyê sê balafirên şer yên xwedî nukleer şandin Ewropayê
    Trump: Em amade ne çekên nukleer bikar bînin
    Etîketan:
    nukleer, gefxarin, DYA, çek, Îran, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de