04:41 25 Gulan 2018
    Hesen Rûhanî

    Ruhani ji Amerîkayê re: Stratejiyên me yên ku hûn hêvî nakin hene

    © AFP 2018 / ATTA KENARE
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî di derbarê ihtimala ku Amerîka ji peymana nekleerê vekşe de axivî. “Em ji hemû tiştan re amade ne, stratejiyên me yên ku dijminê me qet ji me hêvî nakin hene.”

    Serokkomar Rûhanî li Tehranê bi endamên hikûmetê re civiya. Rûhanî di derbarê peymana nukleer ya di navbera Îran û Amerîkayê de axivî: Em ji ihtimala vekişandina Amerîkayê ya ji peymana nukleerê re amade ne, stratejiyên me yên ku dijminê me qet ji me hêvî nakin hene. Amerîka wê di 12ê Gulanê de di derbarê peymana nukleerî de biryarek bide û vê biryarê li hember Îranê wê bikar bîne, lê bila bizanibin ku em amade ne.

    Hesen Rûhanî di derbarê Trump de jî got ku "Amerîka di dîroka xwe de rêvebiriyeke wiha hem navbera miletê amerîkayê xerab dike hem navbera hemû însana xerab dike nedîtiye."

    Bi heman mijarî:

    ‘Rûsya û Îran ji Tirkiyeyê daxwaz kirin ku hêza xwe ji Efrînê bikişîne’
    'Îran amadekariyan dike êrîşî Îsraîlê bike'
    Di navbera Îran û Tirkiyeyê de teqes hat kirin
    ‘Em nahêlin Îran li Sûriyeyê bihêz bibe'
    Etîketan:
    Amerîka, Hesen Rûhanî, îran, Iran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de