04:32 28 Gulan 2018
Îran / Çalakî / Li piraniya bajarên kurdan ên Îranê sifrên betal hatin raxistin

Li piraniya bajarên kurdan ên Îranê sifrên betal hatin raxistin

© Sputnik / Osman Başqalî
Îran
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 10

Weku nerazîbûnek li hember wê siyaseta hikûmeta lranê ya li ser deriyên sînorê li gel Herêma Kurdistanê cîbcî dike li piraniya bajarên kurdan ên Îranê sifreyên betal hatin raxistin û dikan û bazar jî hatin daxistin.

Di vê barê de endamê serkirdeyatiya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) Rustem Cîhangîrî ji bo Spûtnîk Kurdistanê re axivî. Cîhangîrî got, "weku xebateka medenî, piraniya xelkê bajarên Rojhelatê Kurdistanê, bi taybetî li Bane û Merîwan û Ciwanro û Seqiz û Sine û Mehabadê bo 2 rojan sifreyên betal û vala raxistîn û te hemû bazar û dikanên xwe jî daxistîne weku nerazîbûnek li hember wê siyaseta rejîma Tehranê li djî xelkê wan bajaran peyrew diken û rêya karkirinê jê digire ku liser sînorê ligel Herêma Kurdistanê kar neken."

‘TA NIHA DESTHELATDARÊN ÎRANÎ TU BERSIV NEDANE VÊ ÇALAKIYA MEDENÎ'

Herweha Cîhangîrî xuyakir ta niha desthelatdarên Îranî tu bersiv nedane vê çalakiya medenî û berdewam in li ser siyaseta daxistina sînor û rêgirtin ji karê xelkê wan bajaran.

‘PAR ZÊDETIRÎ 300 KESAN BI GULEYÊN PASDARÊN SER SÎNOR HATÎNE ŞEHÎDKIRIN'

Derbarê wê yekê ta niha çend welatiyên bajarên kurdan ên li Îranê bi guleyên pasdarên ser sînor hatîne kuştin. Rostem cîhangîrî got, "bi rastî amarê dawiyê li cem tune ne, lê di sala par zêdetirî 300 kesan hatin şehîdkirin û berî çend rojan jî çend welatiyên din dîsan bi guleyên pasdarên ser sînor hatîne şehîdkirin."

Bi heman mijarî:

Helîkoptereke Îranê ket: 2 mirî û 2 kes jî windayî ne
Kî fermandarên kurdên Îranê dikuje û çima?
‘Trump bi daxwaz bû êrîşî Rûsya û Îranê jî bike, lê Mattis nehişt'
‘Esad ne reviyaye Îranê û li Sûriyeyê xebatên xwe didomîne'
NATO: Operasyona li dijî Sûriyeyê peyameke vekirî ji bo Rûsya, Esad û Îranê bû
Îranê malbata girtiyê kurd ku biryara îdamê dabûyê jî girtin
Etîketan:
pasdarên îranê, protesto, Çalakî, PDKÎ, Spûtnîk Kurdistan, Rustem Cîhangîrî, Iran, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de