08:09 25 Gulan 2018
    Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan

    ‘Êrîşa dijî Sûriyeyê di pêwendiyên navdewletî de mînakek qirêj e'

    © REUTERS / Kayhan Ozer
    Îran
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî duh bi rêya telefonê bi serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re axivî û bilêv kiriye ku êrîşa DYA, Fransa û Brîtanya ya dijî Sûriyeyê di pêwendiyên navdewletî de emsalek qirêj e û hevkariya Îran-Tirkiye bo kêmkirina gengeşiya Sûriyeyê wê bibe alîkarî.

    Li gor nûçeya Press Tvyê Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re axaftinek kiriye. Ruhanî di axaftina bi rêya telefonê de bi Erdogan re êrîşa dijî Sûriyeyê ya DYA, Fransa û Brîtanyayê aniye ziman ku hin dewletên xwedî hêz dema ku li gor kêfa xwe êrîş dikin bo pêwendiyên navdewletî emsalên qirêj in. Ruhanî ji Erdogan re ragihandiye ku bi hevkariya Îran-Tirkiyeyê li Sûriyeyê wê gengeşî kêmtir bibe.

    Herwiha serokomarê Hesen Ruhanî li paytext Tehranê di ‘Roja Artêşa Netew' de axaftinek kir û got ku Îran ti carî bi nêta ku êrîşî cîranê xwe bike tevnagere. Em bi cîranê xwe re aramî, pêwendiyên dostane û aştiyê dixwazin.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Amerîkayê Trump bi tundî Tirkiye rexne kir
    Netanyahu: Di nava çend rojên pêş de Amerîka balyozxaneya xwe li Qudsê vedike
    Şêwirmenda Esad: Pergala parastina Sûriyeyê ji moşekên Trump biaqiltir in
    Serokê PAKê Ozçelik serdana PDKÎyê kir
    Etîketan:
    cîran, êrîş, Sûriye, hevkarî, Hesen Ruhanî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de