17:05 24 Gulan 2018
    Helîkopter

    Helîkoptereke Îranê ket: 2 mirî û 2 kes jî windayî ne

    © Sputnik / MIHAIL VOSKRESENSKİY
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku helîkoptereke şirketa petrola netewî ya Îranê li Kendava Besrayê ji ber sedemek nediyar ket. 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Li gor nûçeya Russia Todayê ku dispêrê Serokê Şaredariya navçeya Bender Lengey a bajarê Hurmuzê Arselan Beharî, helîkoptera ku li girava Kîs a Kendava Besrayê piştî ku karkerê krîza dil derbas dike û werdigire di rêya vegerê de ji ber sebebek ne diyar dikeve.

    Di qezayê de karkerê ku krîza dil derbas kiribû û wezîfedarekî tendirustiyê canê xwe ji dest didin û di 2 kesên din ku di helîkopterê de bûn jî windayî ne.

    Li gor agahiyên Arselan Beharî tîmên lêgerîn û rizgarkirinê gihîştin herêma ku herlîkopter lê ketiye.

    Bi heman mijarî:

    Li Amerîkayê pezkovî helîkopter xist
    HSD: Me ne helîkopterek lê du helîkopter xistine
    Li Kanadayê Helîkopter ket
    Helîkopter bi ser kuleya televizyonê de ket
    Rûsya: Helîkopter ji aliyê DAIŞê ve nehat xistin
    Etîketan:
    Li Îranê helîkopterek ket, Arselan Beharî, Kendava Besrayê, Îranê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de