08:43 23 Nîsan 2018
    Hêzên Ewlekariya Îranê

    Îranê malbata girtiyê kurd ku biryara îdamê dabûyê jî girtin

    © AFP 2018 / AHMAD AL-RUBAYE
    Îran
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku Îranê dê û bavê girtiyê siyasî yê kurd Ramîn Husên Penahî ku demek berê biryara Îdamê lê birîbû jî girtin.

    Li gor çavkaniyên herêmî, duh li bajarê Sine hêzên asayişê ketin mala bavê girtiyê kurd Ramîn Husên Penahî û dê û bavê wî girtin. Li gor îdîayan dema hêzên asayiş ên Îranê bi ser malê de girtinê li wan dane û heqaret li wan kirine.

    Hêjayî gotinê ye ku dadgeha bajarê Sineyê du roj berê girtiyê kurd ê bi navê Ramîn Husên Penahî bi îdamê mehkûm kiribû. Penahî havîna par li nêzîkî Sineyê di şerê pasdaran de birîndar bibû û hatibû girtin.

    Bi heman mijarî:

    Derhênerekî kurd ê Sineyê beşdarî Festîvala Nemsayê dibe
    700 gundên bajarê Sineyê bêav in
    Li Zanîngeha Sineyê pirtûka dîroka wêjeya Kurdî hat weşandin
    Li Sineyê qeza: ‘Kesek mir 4 kes jî birîndar bûn'
    Îranê li Sineyê dest bi tetbîqateke leşkerî kir
    Etîketan:
    Îranê dê û bavê girtiyê kurd jî girtin, Ramîn Husên Penahî, Sine, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de